Parlemana Kanadayê rastî êrîşa çekdarî hat

kurdistani 02:38 PM - 2014-10-23
Parlemana Kanadayê rastî êrîşa çekdar hat

Parlemana Kanadayê rastî êrîşa çekdar hat

Piştî ku çekdaran êrişî parlemana Kanadayê kirin û herî kêm 1 leşker kuştin,  polîsên wî welatî bi çekên giran derdora parlemana wî welatî li paytaxt Ottawa  dorpeç dikin.

Şahîdên  bûyerê gotin ku,  piştî ku çekdarên nenas teqe li ser leşkerekî ku li bîrewerîya şer ya Kanadî nobedarî dikir, ew ber bi avahîya parlemanê ve revîn û li wê derê veguherîna çekan hate bihîstin.

Televîzyona CBC ya Kanadî ragihand yek jî êrîşkaran li nav avahîya parlemanê ji alîyê polîsan ve hate kuştin.

Berdevkekî Serokwezîrê Kanada Stephen Harper got ku birêz Harper cîhê bûyerê terkand û çûye ciheke ewle.

PUKmedia/VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket