Kobanê neket lê siyaseta Tirkiyê ket!... Xelîl DALKILIÇ
kurdistani 03:08 PM - 2014-10-22Xelîl DALKILIÇ
Li hember berxwedana li Kobanê înîsiyatîfa DAİŞ’ê ya êrîşkar hat şikestin. Metirsî berdewam e; lê him moralê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) û yê xelkê ku li Kobanê li ber xwe dide him jî rewş û pêwendiya derketiye holê ji îro şûnde firsendê nade ku rewşeke hên xirabtir pêk were. Kobanê bû dilê Kurdan giştan; ev mehek zêdetir e, her Kurd bi şev û roj bala xwe daye berxwedana li wir. Li her çar parçeyên welat û li seranserê cîhanê Kurd bi dostên xwe bona hişyarkirina wijdanê mirovahiyê li ser piya ne.
Piştî berxwedaneke bêhempa DAÎŞ hat sekinandin û înîsiyatîfa şer ket destê şervanên Kurd. Di dîrokê de bahsa pirr berxwedanên ku bûne wek nirxên mirovahiyê tê kirin. Berxwedana Kobanê jî di rûpelên zêrîn ên dîrokê de li hinda berxwedanên din ên mîna berxwedana Stalîngradê, şûna xwe girt...
Encamên siyasî yên berxwedana Kobanê roj bi roj hê zelaltir diyar dibin. Mirov dikane pirr aşkereyî bêje ku bi vê berxwedanê, Kurd bi serketin: Axa welat û jiyana azad hat parastin û psîkolojiya di bin her rewşa giran de parastina welat bi pêş ket. Helwesta yekîtiya Kurd û Kurdistanê û hewcedariya vê yekê bi awayekî pirr xurt xwe da der. Bo parastin û pêşxistina maf û destketiyên neteweyî pêwîstiya stratejiyekî neteweyî careke din xwe diyar kir û vê yekê tevgerên Kurdî gişt xist bin bandora xwe.
Bi vê berxwedanê re nêzîhevbûna vegotinên siyasetên Kurdî û gavên bi hev re tên avêtin, nîşana xêrê ye. Li hember êrîşên DAÎŞ’ê feraseta parastina hevpar a bo tevahiya axa welat di pratîkê de pêk hat. Niha jî hêzên Başûrî siyasetên xwe yên li hember şoreşa Rojava di ber çavan re derbas dikin. Tevahiya rêxistinên Rojavayî li Hewlêrê hatin cem hev û bona çareserkirina pirsgirêkên navxweyî deklerasyonek aşkere kirin. Herwiha Parlamentoya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê jî biryar da ku têkiliyên Başûr û Rovaya bên xurtkirin.
Ev biryarê Parlamentoya Başûr girîng e, lê ne bes e. Divê rêveberiya Başûr bêdudilî xweseriya demokratîk û statûyê kantonên Rojava bi her awayî nas bike û têkîliyên xwe yên siyasî, leşkerî û aborî pê re deyne. Di polîtîkayên xwe yên li hember Rojava de nekeve bin bandora neyarên Kurdan, bi taybetî jî bin bandora dewleta Tirk a bi her awayî hewldide ku şoreşa Rojava bifetisîne û destketiyên tevahiya Kurdan têk bibe.
Careke din aşkere bû ku Kurd tenê di rewşên awarte de têne cem hev. Divê dest ji vî helwestî were berdan û Kurd tim bi hev re di nava têkîliyê de bin û pirsgirêkên navxweyî û neteweyî nîqaş bikin. Bi taybetî jî li qadê navneteweyî bona maf û destketiyên Kurdan bi feraset û zimanekî hevpar û bi hev re xebat were kirin.
Bi helwesta xwe ya bêxêr û dijînsanî, Tirkiye li hember berxwedana Kobanê wendakerê herî mezin e. Him di polîtîkaya navdewletî ya li hember Sûriyê destê wê zeîftir bû him jî wê nekarî bi hevkariya DAÎŞ’ê vîna Kurdan li Rojava bişkîne û destketiyên wan têk bibe. Li Bakur jî, têkîliya dewlet û Kurdan ket radeya têkîliya tenê ya zordest û bindestan. Êdî tu gefên rayedarên dewleta Tirk Kurdan natirsîne. Bi polîtîkayên AKP’ê re Tirkiye, dostaniya Kurdan wenda dike. Feraseta wan a dijkurd êdî ji hêla tevahiya Kurdan ve bi aşkereyî tê dîtin.
Helbet ev encam wê di rojên pêş de wek pesteke xelkê ya li ser hêzên Başûrî yên ku bi hinek polîtîkayên dewleta Tirk ên dijkurd re dibin hevkar, xwe bide der. Herwiha ev tê wê maneyê ku; êdî tevahiya rêxistinên Kurdî wê ji hêla hestê neteweyî yê bi berxwedana Kobanê re gur bûyî, werin kontrolkirin. Her hêz dema ku gaveke siyasî bavêje, wê mecbûr bimîne ku gorî vê hestê tevbigere.
Li gel van pêşketinan, sempatiya raya giştî ya navneteweyî ya li hember berxwedana keç û xortên Kurd a li Kobanê jî, wê ji bo Kurdan pêşiya pêşketinên siyasî yên erênî bi xwe re bîne...
PUKmedia/Y. O. POLİTİKA
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26