Mela Bextiyar: Kurd herdem beşek bûn ji çareseriyê

kurdistani 03:00 PM - 2014-10-22
Mela Bextiyar: Kurd herdem beşek bûn ji çareseriyê

Mela Bextiyar: Kurd herdem beşek bûn ji çareseriyê

Berpirsê desteya kargêr ê polîtburoya YNK`ê Mela Bextiyar bi tev her yek ji endamê desteya kargêr Umer Fetah, endama encumena serkirdeyetiyê Belîse Cebar û berpirsê peywendiyên derve yê YNK`ê Tehsîn Namiq, li Silêmaniyê li baregeha mekteba siyasî pêşwazî li komîta karê derve ya Parlemantoya Birîtanya`yê  kirin, komîte ji her yek ji Rêtçarid Otaway, An Kilod, Sandira Ozburin, Nehîm Zahawî û cîgira balyozê Îraqê li Birîtanya Xato Pelînda pêk dihat.

Mela Bextiyar di hevdîtina ku roj sêşemê 21 / 10 / 2014`e lidarket, diyar kir ku ew hêvîdare serdana komîta karê derve ya parlemantoya Birîtanya peywendiyên Kurdistanê û Birîtanya pêşve bibin û bi teybet di xizmeta prosa aştiyê de bin.

Mela Bextiyar bi girîngî bal kişand bi ser serdana hejmarek ji parlemanterên Birîtayna di vê demê de bo Kurdistanê  û tekez kir Kurdistan û hêzên pêşmerge bi şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ dikin parêzvanî li azadî û hemû cîhanê dikin û divê mirovatî ji terorîstan bête rizgar kirin, her wiha cexit li ser wê yekê kir ku Kurdistan niha bereya pêşe ya berigirî li azadî û Demokrasiyê dike û eniya hemû siyasetmedar û partiyên ji destpêkêve parêzvanî li Kurdistanê dikirin bilind kir. Û wiha pê de çû: Îro eşkere bû ku her kesê ji beriya bi çel salîve parêzvanî li Kurd dikir, parêzvaniya rastiyan dikir û parêzvaniya wan ne ji boşiyê re bû.

Bi rewşa Îraqê ve girêdayî Mela Bextiyar da xuya kirin ku mixabin artêşa Îraqê, sazî û dezgehên ewlekariyê nekarîn Îraqê biparêzin û niha DAIŞ dest daniye ser bi sê parêzgehên Îraqê, her wiha hikûmeta Îraqê heya vê gavê ji bo rizgarkirina wan bajar û parêzgehan ti operesyoneke girîng birêve nebirî.

Ji aliyekî din ve Mela Bextiyar piştgirî û alîkariya hevpeymana navdewletî li dijî DAIŞ`ê, pêşkêşkirine giranbiha nirxand û daxwaz kir ev alîkarî û yarmetî berdewam bin û berferehtir bin.

Bi helwesta Kurd ve ya derbarê hevkêşeyên li navçeyê û Îraqê lidarin, Mela Batiyar da xuya kirin ku ji dema rêjîma Baas li Îraqê hate rûxandin ve Kurd herdem beşek bûn ji çareseriyê, weku çawa niha li berçave, Kurd hewldidin Îraqê ji gef û metiriyên terorê rizgar bikin, lê ligel vê yekê jî hêja di navbera Bexdad û Herêmê de pirs û kêşe lidarin.

Mela Bextiyar di beşek din ji axafitina xwe de ya di hevdîtinê de bal kişand ser bi gotegot û tewanbariyên dibêjin ku Kurd dixwazin cuda bibin û da xuya kirin ku beşdarbûna Kurd di hikûmeta nû ya Îraqê de ev gotegot vala derxistine, û wiha pê de çû; Lê eger Kurd bixwazin xwedî dewleteke serbixwe bin û helûmerc guncew bin, wê demê ev yek ji mafê me ye û ne tewaneke, tawan ewe ku  tu di welatekî dewlemend be weku Îraqê û ti nikarê be mafên xwe yên demokratîk bi kar bîne yan cîbicî bike.

Serokê komîta karê derve ya Parlemantoya  Birîtanya`yê  ji aliyê xwe ve ji ber ku Kurdistan bereya pêş a berevanî li azadî û demokrasiyê dike, tekez li ser girîngiya Herêma Kurdistanê li navçeyê kir û got: Weku berevanên azadî û demokrasiyê em bextewerin ji ber ku em ligel Herêma Kurdistanê di hevrêziyê û hevkariyê de ne.

PUKmedia/ Pukpb.org

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket