Belgeyên komkujiya bi ser Êzîdiyan de li ber destê ICC ye

kurdistani 08:31 PM - 2014-10-21
Belgeyên komkujiya bi ser Êzîdiyan de li ber destê ICC ye

Belgeyên komkujiya bi ser Êzîdiyan de li ber destê ICC ye

Komîta bilind a nasandina komkujiya derheqê Kurdên Êzîdî de û pêkhateyên din ên netewî û olî li Herêma kurdistnaê duh duşemê êvarê li Holanda serdana Dadgeha Ceza a navnetewî (ICC) kir.

Komîtê bi mebesta komkujiya ji aliyê rêxistina terorê DAIŞ bi ser Kurdên Êzîdî de li Şengalê hatî kirin û bi ser pêkhateyên cuda de serdana dadgehê kir û ji aliyê serokê Dadgehê Song Hon Son ve pêşwazî li komîtê hate kirin.

Komîta bilind di civîna xwe de ligel serokê Dadgeha ceza a navnetewî belgeyên tewanên rêxistina terorê DAIŞ li dijî Kurdên Êzîdî encamp dane pêşkêşî dadgehê kir.

Pişt re wezîrê karûbarê şehîdan û enfalkiryan a hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Hacî Salih derbarê bûyer û dîroka tewanên ji sed sala bihurî ve ta roja îro bi gelê Kurd de hatine kirin şîroveyek berfereh pêşkêş kir û bi armanca serdanê ve girêdayî axivî Salih got; Em ji ber keraseteke din a mirovî ku bi ser serê gelê me de hat, hatin ba we, ew jî tewana jînosayd kirina Kurdên Êzîdî ye ku ji aliyê rêxitina terorê DAIŞ ve hate birêve birin. 

Û wiha pê de çû: Piştî rêxistina terorê DAIŞ Mûsil dagir kir, êrişeke hov  bi ser Şengalê de birin, welatiyên sivîl kuştin, jin û keç revandin û ew weku kole li bazaran firon, destavêtin wan, Salh bang li Dadgehê kir ku keraseta bi ser Şengalê de û Kurdên Êzîdî hatî weku tewanên komkujiyuê (jinosayd ) nas bikin û li dadgehê derheqê berpirsê yekem ê rêxistina terorê DAIŞ, Ebû Bekir Bexdadî de doz bête vekirin.

Ji aliyê xwe ve serokê Dadgehê da xuya kirin ku ew hêvîdare Êraq weku endam beşdarî Dadgeha Ceza ya Navnetewî  û rêkefitna Roma bibe û got; Dadgeha Ceza ya Navnetewî bi teybet tewanên dij mirovahiyên û komkujkiyan digre ber destê xwe. Her wiha ji ber tiştî bi ser Êzîdiyan de hatî xemgîniya xwe diyar kir û rê û rêbazên li gel qonaxên yesayî  ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê pê rabe eşkere kirin û piştgiya xwe ji doze anî  ziman.

Hêjayî gotinê ye ku komîta bilind a nasandina komkujiyên li dijî Kurdên Êzîdî û pêkhateyên netewî û olî yên cuda li Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Mehmûs Hacî Salihe û ji her yek ji wezîrê kar û karûbarên komeleyetî Dr.Mihemed Qadir, berpirsê peywendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mustafa, sekreterê yesayî ya seroketiya encumena wezîran Amanc Rehîm û kesayetiya Êzîdî Qasin Hesun pêk tê.

PUKmedia / Fuad Osman

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket