DAIŞ ji Daqoqê vekişiya

kurdistani 04:16 PM - 2014-10-20
DAIŞ ji Daqoqê vekişiya

DAIŞ ji Daqoqê vekişiya

Bi egera ew şer û êrişên ku hêzên artêşa Êraqê li sînorê parêzgeha Selahedînê û bi taybet navçeyên Bêcî û bajarê Tikrîtê destpê kiriye, ziyanekî zor gihêştiye terorîstên DAIŞ`ê, her jib o wê jî terorîstên DAIŞ tevî hejmarek zor ya hêzên xwe ji gundên  Daqoqê vedikşîne.

Berpirsê komîteya Daqoq a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Idrîs Adil ji PUKmedia`yê re ragihand: Ew zexta ku artêşa Êraqê û balafirên şer xistiye ser parêzgeha Selahedînê û ji ber nêzîkiya Daqoq ji wê parêzgehê terorîstên DAIŞ bi neçarî hêzên xwe ji sînorê qeza Daqoqê vedikşîne.

Idrîs Adil amaje bi wê yekê jî kir ku: weku metirsî çi metirsî li ser qeza Daqoqê nemaye jiber ku terorîstên DAIŞ 15 ta 20 kîlo metir ji navenda qezayê dûrin û di heman demê de jî hêzekî zor yê asayîşê û polîs jib o selametiya cane welatiyan li navenda qezayê hatine belav kirinê.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket