Bombek bi karwanê otombêlên Mehmud Sengawî de teqiya

kurdistani 03:14 PM - 2014-10-20
.

.

Berya niha bi kêlîkekê li nêzîkî qeretepe bombeke çandî bi karwana otombêlên Mehmud Sengawî de teqiya û ji bilî ziyanên madî tu ziyaneke canî nebûye.

Peyamnêrê me li wê sînorî ragihand ku berya niha bi kêlîkekê di dema derbasbûnê de bombeke çandî bi karwana otombêlên fermandarê giştiyê hêzên pêşmerge li mihwerê Germesîrê Mehmud Sengawî ve teqiyaye û ji bilî ziyanên madî tu ziyeke canî çê nebûye.

Eve di demekê de ye ku sere sibeha îro 20/10/2014 şer û pevçûneke giran di navbera hêzên pêşmerge û terorîstên DAIŞ li Qeretepe rû daye û fermandarê hêzên pêşmerge bi mebesta serdankirin û agahdarbûn û serpereştîkirina wî şerî berve Qeretepe birê dikevê hatiye.

PUKmedia/Helmet Xaneqînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket