Daxuyaniyek sebaret bi gîhandina alîkariyên YNK bo Kobanê
kurdistani 02:01 PM - 2014-10-20Daxuyaniyek sebaret bi gîhandina alîkariyên YNK bo Kobanê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê libarê ew alîkariyên bi rêya balafira Emerîkî îro danê siharê şandiye bo şervanên Kobanê daxuyaniyek belav dike.
Naveroka daxuyaniyê:
Cemawerê kolnederê Kobanê
Gelê berxwedêr ya Rojavayê Kurdistanê
Mehek zêdetir, dijminên azadî û mirovatiyê, DAIŞ (Kobanê) dorpêç kiriye, xelkê Kobanê û li gel wan jî hemû netewa Kurd li beşên din ên Kurdistanê û revenda Kurdî jî her weha serokayetî û hikûmeta Herêmê , her weha hêzên hevpeymanan bi taybetî jî hêzên asmanî yên Emerîka hewlên zor dan ku bajêr ji wan hovan rizgar bikin, di vê barê de hemû piştevanî û alîkarî rola xwe ya berbiçav li berxwedan û berengariya xelkê Kobanê de hebû, bi taybetî jî bombardumanên asmanî.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bilî ew hewlên li parlemanê û hikûmeta Kurdistanê da dabû û jibo vê jî projeya nasandina kantonên Rojavayê Kurdistanê ev du meh zêdetire pêşkêş kiribû, bi spasî jî parlemanê itîraf bi kantonan kir. Ji bilî ew hewlên fermî jî weku hewllên taybet jî li yekemîn roja dorpêçkirina (Kobanê) ve, YNK berdewam li gel YPG û şervanên Kobanê de di pêwendî de bû, hemû tiwaneyên siyasî û dîplomasî û pêwendiyên navnetewî yên xwe li gel welatên cîhanê û dewletên herêmî û piştevanên gelê me her weha hizbên demokratên cîhana erebî xiste kar daku Kobanê bê rizgar kirinê. Ji bo vê jî berdewam alîkariya eskerî û lojistî bi rêyên taybet bow ê hatine dabîn kirinê.
Zêdetir li 10 roje jî li gel Emerîka bi germî bi rêya hêzên dij terorê mijûl bûn ku ji asman ve ew alîkariyên leşkerî û lojistî ku pêwîstiya şervanên Kobanê pê heye bighên destê wan, xweşbextane, di demjimêr 2:15 xulek îro danê sibehê zû bi dema Kurdistanê ev nexşe gihêşt encamê û 24 ten çek û teqemenî û dermanên giring ji aliyê YNK ve hatibû amade kirin û bi rêya hêzên asmanî yên Emerîka ve gihêştin Kobanê. Hêviya me ewe gîhandina ev alîkariyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dergeha şandin û gîhandina alîkariyên berdewam vekiribe bo ew bajarê qehreman bi rêya hêzên asmanî yên welatên dost ve.
Em dilniyane gîhandina van alîkariyan û cure hevkariyan li gor daxwazên fermandarên şervanên Kobanê bin, ku bibe bîngehek bo serkeftinên zêdetir bo xelkê wê, di encamê de bi qehremantiya şervanên wan û berxwedana xelkê wê û piştevaniya wan a berdewam serkeftinek dîrokî di dîroka kurdayetiyêa hevdem a netewa kurdistanê jibo mafên xwe ên demokrasî bi dest bixe.
Bi vê bone, polîtburoya YNK carekî din piştevaniya xwe a temam bo diyaloga navbera aliyên Kurdistanî yên Rojava dupat dike û umêdware di goftûgoyên xwe berpirsyartiya nişttimasnî û xwîna pak a şehîdan bikin handerê rêkeftinê li nava hemû aliyan de neku destkeftên teng ên hizbayetiyê. Bêgoman kilîta çareseriyê jî niha di destê YPG de ye û em çaverêya mizgînniya rêkeftinê ne jî.
Silav li şervanên Kobanê
Rêz û hurmet bo pakrewanên Rojavayê Kurdistanê
Sernizmî bo dijminên azadî û mirovatiyê
Ragihandina polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
20/10/2014
hewal ziyatr
-
Serok Bafil: Em ê êşên Êzdiyan bi dawî bikin
04:54 PM - 2024-04-17 -
Ammar Hekîm û Qasim el-Eracî serdana mezargeha Serok Mam Celal kirin
04:45 PM - 2024-04-17 -
Komisyonê hejmarek ji namzedên Parlamentoya Kurdistanê dûr dixe
01:10 PM - 2024-04-17 -
Qubad Talebanî: Êzidiyan tevî xiyaneta ku hat serê wan nasnameya xwe parastine
10:56 AM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
04:37 PM - 2024-04-17
Talebanî: Eger hilbijartin neyên kirin dê herêm zirarê bibîne
04:30 PM - 2024-04-17
Di bin sernavê "Pevçûn li Rojhilata Navîn"... Heştemîn Dîdara Silêmaniyê dest bi kar dike
09:43 AM - 2024-04-17
Ji Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê: Divê hilbijartin bên kirin
07:25 PM - 2024-04-16
zortrin xwendraw
-
Di bin sernavê "Pevçûn li Rojhilata Navîn"... Heştemîn Dîdara Silêmaniyê dest bi kar dike
Kurdistan 09:43 AM - 2024-04-17 -
Ji Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê: Divê hilbijartin bên kirin
Kurdistan 07:25 PM - 2024-04-16 -
Komisyonê hejmarek ji namzedên Parlamentoya Kurdistanê dûr dixe
Kurdistan 01:10 PM - 2024-04-17 -
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
Kurdistan 05:40 PM - 2024-04-17 -
Pîrozbahiya YNK`ê ji bo cejna serê sala nû ya Êzdiyan
Kurdistan 08:40 PM - 2024-04-16 -
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
Kurdistan 04:37 PM - 2024-04-17 -
Talebanî: Eger hilbijartin neyên kirin dê herêm zirarê bibîne
Kurdistan 04:30 PM - 2024-04-17 -
Qubad Talebanî: Êzidiyan tevî xiyaneta ku hat serê wan nasnameya xwe parastine
Kurdistan 10:56 AM - 2024-04-17