Lahor Şêx Cengî: 24 ton çek û teqemenî gihêştine Kobanê

kurdistani 12:32 PM - 2014-10-20
Lahor Şêx Cengî: 24 ton çek û teqemenî gihêştine Kobanê

Lahor Şêx Cengî: 24 ton çek û teqemenî gihêştine Kobanê

Berpirsê ajansa parastin û zanyarî ya herêma Kurdistanê aşkira dike ku 24 ton çek û teqemenî yên cur be cur û yek ton kelûpel û pêdiviyên pizîşkî û derman ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve gîhandine destê şervanên YPG li Kobanê.

Lahor Şêx cengî li lapera xwe ya Facebookê nivîsiye: Piştî 10 roj ji hewldanên xurt û piştî ku çend hêzekî navçeyê bi temamî li dijî vê helwestê rawestiyane, xweşbextane duh bi şev di demjimêr 2: 35 xulek berya şifaqê bi rêya balafirên cura C-130 ên Emerîkî bi qasî 24 ton çek û teqemenî yên cur be cur û 10 ton kelûpel û pêdiviyên pizîşkî û derman gîhandine şervanên Yekîneyên Parastina YPG li Kobanê.

Berpirsê ajansa parastin û zanyarî amaje bi wê jî kir ku çek û teqemenî ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve hatiye amade kirin û bi rêya hêzên asmanî yên Emerîka gîhandine Kobanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket