Çek û teqemenî gihêşte Kobanê

kurdistani 11:37 AM - 2014-10-20
Çek û teqemenî gihêşte Kobanê

Çek û teqemenî gihêşte Kobanê

Li gor zanyariyan şeva borî bi rêya balafiran çek û teqemenî bo şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Kobanê hatiye şandin.

Li gor çend jêderekê, şeva borî 19/10/2014 balafirên leşkerî yên Emerîka hejmarek zor ji çek û teqemenî û pêdiviyên pizîşkî gîhandiye destê hêzên YPG li bajarê Kobanê.

Her li gor zanyariyan ew çek û teqemenî û pêdiviyên pizîşkî ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine dabîn kirin û balafirên leşkerî yên Emerîka gîhandine şervanên YPG.

Ji aliyekî dinê ve berpirsê ragihandina YPG li lapera xwe ya Twitterê ragihandiye: Em mizgîniyê didin hemû welatiyên Kobanê û Kurdistanê ku hejmarek zor ji çek û teqemenî gihêştiye wan.

Eve di demekê de ye ku serokomarê Tirkiyê duh ragihand ku Tirkiyê bi tu awayî eazî nabê ku çek û teqemenî bighêje şervanên YPG li Kobanê.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket