Mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn û Navê Sînemxanê...Konê Reş

kurdistani 10:14 PM - 2014-10-19
Konê Reş û Sînemxan Mîr Celadet Bedirxan

Konê Reş û Sînemxan Mîr Celadet Bedirxan

Gelek caran di bavê Sînemxanê de diponijîm û min ji xwe re digot; çima Mîr Celadet Bedirxan navê keça xwe î delalî kiriye Sînemxan? Hem jî helbestvanê netewî Cegerxwîn, wî jî, navê keçek xwe kiriye Sînemxan..

Ta ku van rojên dawî, rastî kalemêrekî koçerê Botan, ji şîra Batiwa hatim. Navê wî Mela Haciyê Celam e. Ew di sala 1925an de li gundê (Kanî Rorkê/ Kurdistana bakur), nêzîkî bajarê Cizîra Botan çebûye û hêj li ser huşê xwe ye. Wî çîroka Sînemxanê û Giyayî Sînemxanê ji min re got.

Di heyamê Mîrê Cizîra Botan Mîr Mihema de, yê ku xwediyê Birca Belek bû û gêra bajarê Cizîrê (Gêra Mîr Mihema), bi navê wî hatiye naskirin. Di wî heyamî de keçek ciwan û sipehî ji malbata mîrekên Botan li bajarê Cizîrê, bi navê Sînemxanê hebû. Ew keç zor aqilmend, zîrek û spehî bû.. Mîr Mihema qedrê wê digirt û pê dişêwirî..

Jina Mîr Mihema ji wê pêwendiyê aciz bû, jê werê mêrê wê dilketiye Sînemxanê de û ditirsiya ku rojekê wê ji xwe re bîne..
Vêca di rêka Mela Abdulcelîl re gunehekî mezin î bi bê bextî kirin stiwê wê de û bextê wê reş kirin..
Bi belavbûna vî gunehê bêbextî re, dilê Mîr Mihema jî ji Sînemxanê şikest. Wî jî, ji Mela Abdulcelîl bawer kir û xwe dûrî wê vegirt.

Çendî Sînemxanê doza dîtina Mîr Mihema kir ku çîroka rast û durist jêre bêje û bêrîbûna xwe jêre diyar bike, lê Mîr Mihema xwe nedida ber dîtina wê. Ta ku di rojek buharî de, Sînemxanê sehkir ku Mîr Mihema derketiye Nêrgiziyê, seyranê, hema bê destûr xwe pêve gihand û ji kerba nava xwe re, ev gotin jêre got:

Mîro! Cizîr xweş Cizîr e
Di bere Şetyan e
Di ser re bexçê Mîr e
Du zilamên xwedî wijdan bîne;
Ka gunehê min e an
Gunehê Mela Abdulcelîl e?
Mîro! Sînemxan nexweş e
Bibire kêl û ferş e
Serî giha kezeba reş e..

Dibêjin, dema ku Sînemxanê ev gotin ji Mîr re gotiye, giyak li dor wan hebû, pêre pêre pel û kulîlkên wî giyayî ji ber bêrîbûna wê hatine weşandin. Ta roja îro xelkên Cizîra Botan ji wî giyayî re dibêjin: (Giyayê Sînemxanê).

Bi demê re, ji ber ciwanî, mêranî û bêrîbûna Sînemxanê, gelek melayan û dengbêjan rist û stran avêtine ser, pesnê wê dane û wiha navê wê di derîkî fireh re derbasî folklor û wêjeya Kurdî bûye û gotine:

Navê te Sînemxanê pesnê te çû bi dinyê da
Anya te keverkaxete Alima qelem lê da..

Erê erê.. naxwe ji ber vê yekê Mîr Celadet Bedirxan û seydayê Cegerxwîn navên keçên xwe kirine Sînemxan.
Ey Mîr Celadet Bedirxan û Cegerxwînê Kurd! Digel xebat û têkoşîna we a bê rawestan, hûn li bêrîbûna xwe jî digeriyan..! De razên bi xweşî..
Razên bi xweşî, va her buhar giyayê Sînemxanê xwe ji pelan dadiweşîne. Navê we jî di seranserî Kurdistanê de dengvedide..

Wêne: Ez û Sînemxana Mîr Celadet Bedirxan.
 
Konê Reş, Qamişlo, 17.10.2014

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket