Tirkiyê neraziya YPG`ê bête biçek kirin

kurdistani 10:00 PM - 2014-10-19
Tirkiyê neraziya Kurd bêne biçek kirin

Tirkiyê neraziya Kurd bêne biçek kirin

Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ragihand welatê wî neraziye ku şervanên Kurd (YPG`)  ên li dijî DAIŞ şer dikin bêne biçek kirin.

Piştî êrişên rêxistina terorê DAIŞ bi ser herêm û bajarê Kobanê ve û berxwedana bê hempa ya yekîneyên Kurd nîşandan û cîhan seyr hêşt û ji aliyekî din ve hevpeymana navnetewî pişgirî da YPG`ê û DAIŞ li Kobanê bombarduman kir, biçekirina hêzên YPG`ê kete rojeva welatên serpereştiya hevpeymana li dijî DAIŞ dikin,Tirkiyê ne razîbûn nîşan da.

Erdogan li ser balafira ku jê ji Afganistanê dihate Tirkiyê daxuyanî dan rojnamevanên û derbarê agahiyên biçkkirina hêzên YPG`ê ji aliyê çend welatan ve bi teybet piştî ew agahî hatine belav kirin ku dê Emerîka jî çek bide hêzên Kurd ên li dijî DAIŞ şer li Rojavayê Kurdistanê şer dikin û di vê derbarê YPG`ê û PYD`ê hate nîşandan, da xuya kirin ku ew ti çarî vê yekê napejrînin.

Û wiha pê de çû: Ji bo Tirkiyê PYD`ê partiyeke bi ser PKK`ê ve ye, û ew ti çarî razî nabin ku ew Partî  bête biçekirin, bila Emerîka vê yekê ji me hêvî neke.

Zanyar ji aliyê xwe ve dibêjin ku ev helwesta Tirkiyê li berember Emerîka dê xebatên Emerîka ji bo şerê li dijî DAIŞ bixne tengasiyê, Emerîka jî ragihand ku ji bo jinavbirina DAIŞ bitenê êrişên esmanî têrê nakin, Tirkiyê ji aliyê xwe ve ji beşdarî hevpeymana navdewletî bibe 4 merc dane pêş ku ev yek jî niha ne di rojeva Emerîka dene.

Hêjayî gotinê ku hevpeymana navdewletî ji destpêka êrişên esmanî bi ser DAIŞ de nêzî 2000 êriş pêk anîne, lê bandoreke mezin bi ser DAIŞ nekirin û hêja ev rêxistina terorê çi li Sûriyê be yan Êraqê be hêza xwe tîne ser hev û êrişan lidardixîne.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket