Geşnasiya Herêmê hişyarî da

kurdistani 06:12 PM - 2014-10-19
Li Silêmaniyê rêjeya barîna baranê 32 m.m

Li Silêmaniyê rêjeya barîna baranê 32 m.m

Birêvebiriya geşnasî ya Herêma Kurdistnaê ENWA îro yekşemê 19 / 10 / 2014`e ragihandin ku dê di 24 demjimêrên pêş de li bêtirî bajar û deverên Herêma Kurdistanê barîna barana gur berdewam be.

Birêvebirê geşnasiya Herêmê Fadil Îbrahîm ji PUKmedia yê re da xuya kirin ku ji ber şepala nizim a bi ser Herêmê de hatî wê di 24 demjimêrên pêş de baraneke gur bi ser Herêmê de bibarê û çav li rê ye barîna baranê ta sêşemê berdewam bike.

Her wiha Îbrahîm derbarê rêjeya barîna baranê de got; Di rojên bihurî de li Hewlêrê baran bi rêjeya 30.8 m.m barî, li Silêmaniyê bi rêjeya 32m.m, li Dihokê64.2m.m û li Kerkûkê 30 m.m bû.

PUKmedia  / Diyar Star 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket