Biçekkirina YPG`ê di rojeva Waşinton de ye

kurdistani 05:14 PM - 2014-10-19
Biçekkirina YPG`ê di rojeva Waşinton de ye

Biçekkirina YPG`ê di rojeva Waşinton de ye

Berdevkê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê Newaf Xeîlî da xuya kirin ku di hevdîtinên dawî de yên di navbera serokê

PYD`ê Salih Muslim û nûnerê teybet a Emerîka ji bo Sûriyê Danyal Robinştiyan  li Parîsê pirsa bi çekkirina hêzên Kurd li Kobanê hata gotebêj kirin.

Xelîl ji Rojnama Şerq-elewsat re da xuya kirin ku di hevdîtina hefteya bihurî li Parîsê di navbera PYD`ê û nûnerê teybet a Emerîka de aktîvkirina hevrêziya leşkerî di navbera YPG` û hevpeymana navdewletî û Erebî de li dijî terorê û çek ji bo şervanên Kurd li Kobanê rêkirin hatin gotebêj kirin.

Berdevkê PYD Newaf Xelîl her wiha diyar kir û peywendiyên PYD`ê û Emerîka ji du salan ve dest pê kirine û ne nû ye, lê Emerîka ji ber Tirkiyê bê zar ne be ranegihand. Xelîl da xuya kirin ku li ser asta petywendiyên ligel berpirsên Yekîtiya Ewropa jî pêşketinek li ber çave û ev gotebêj YE, Emerîka û aliyê Kurd ligel hev bandoreke erênî bi ser nêzîkatiya Tirkiyê jî kirin.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket