Bi wêne… Zehmetiya jiyan û debara penaberan

kurdistani 03:27 PM - 2014-10-19
Bi wêne… Zehmetiya jiyan û debara penaberan

Bi wêne… Zehmetiya jiyan û debara penaberan

Malbatên penaberên Kurdên Êzîdî û Kurdên Şebek li kampa Erbet div ê werza baranê û sermayê de jiber karîgeriya şepolên baranbarînê û îhmalkirina rê û banên nava kampê jiyan û debara wan gelekî zehmet bûye eve ji bilî pêdiviyên wan ên xwarinê û cilûbergên zivîstanê û nebûna sotemeniyê li kampê de û ji ber heriyê hatin û çûna welatiyan gelekî zehmet bûye.

Bi rêya PUKmedia`yê welatiyên nîşteciyên kampê daxwaz ji aliyên pêwendîdar ên rêveberiya parêzgeha Silêmanî û komîseriya bilind a UN dikin ku lez bikin di çareserkirina pirsgirêka wan.

Ji aliyê xwe ve birêvebirê bajaroka Erbet Hoşyar Mistefa ji PUKmedia`yê re ragihand: Ew kamp di dema xwe de jib o penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî demkî hatibû ava kirinê û demeke dirêj penaberên Rojava li wir di bin konan de jiyana xwe derbas kirin û piştre bo kameke daîmî hatin guhastinê û dema hatina malbatên Kurdên Êzîdî û Şebek bo bajaroka Erbet jiber nebûna cihê guncaw em neçar bûn wan malbatan di wê kampa demkî de bi cî bikin. 

Birêvebirê bajaroka Erbet got jî: Bi rêkeftin li gel UNHCR em hewla çareserkirina pirsgirêkan didin daku rojane xwarinê bo penaberan dabîn bikin û niha em di hewla baştirkirina pirsgirêkên kampê de .

PUKmedia/Pola Ehmed

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket