Li Diyale 21 terorîst kuştin û birîndar kirin

kurdistani 01:31 PM - 2014-10-19
Li Diyale 21 terorîst kuştin û birîndar kirin

Li Diyale 21 terorîst kuştin û birîndar kirin

Hêzên artêşa Êraqê şeva borî karîn 17 terorîstan li navçeya Dilî Ebas a ser bi bajaroka Qeretepe li bakûrê Diyale bikujin.

Di vê derbarê de endamê encûmena parêzgeha Diyale Zahid Tahir ji PUKmedia`yê re ragihand: Dazgehên ewlekariyê operasyonek berfereh li gundê Şohan a ser bi bajaroka Dilî Ebas lidar xistin û zêdetir li 17 terorîstên DAIŞ kuştine û 4 jî birîndar kirin.

Endamê encûmenê aşkira kir ku endamên rêxistina terorîst nekarî navçeyên çiyayê Hemrînê û bajaroka Qeretepe control bike ji ber wê jî xwe li navçeyên çandinî lê heyî vedişêre û di wire direvin navçeyên Sediyê.

Tahir diyar kir ku rêxistina DAIŞ a terorîstî nefesa xwe a dawî li navçeyên parêzgeha Diyale distînin û tunekirina wan nêzîk bûye.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket