Encumen asayîşa NY daxwaz kir operesyona bi ser DAIŞ berferehtir bibe

kurdistani 08:12 PM - 2014-10-18
encumena asayîşa NY

encumena asayîşa NY

Encumena asayîşê ya NY bi beyannameyekê daxwaz kir ku operesyona li dijî rêxistina terorê DAIŞ li Sûriyê û Êraqê bête berfereh kirin.

Encumenê bang li civaka navdeletî kir ku li gorî yesa û zagonên navdewletî divê bêtir piştgirî li hikûmeta Êraqê û hêzên ewlekariyê ya Êraqê di şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ de, bête kirin.

Ji aliyê xwe ve serokê Emerîka Barak Obama di hevdîtineke xwe de li gel serfermandarên artêşên 20 welatên ku beşdarî hevpeymana Emerîka serperştiya wê dike got: Ew ji ber pêşveçûna rêxistina terorê DAIŞ li Kobanê û rojavayê Lraqê nîgerane.

Encumena asayîşa NY tekez li ser wê yekê kir ku divê rêxistina terorê DAIŞ jinav bête birin û ew şêwaza hov ya pê tevger dike ji holê bête rakirin.

PUKmedai / Reuters

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket