Şehîd Rengîn sembolek ji berxwedana jina Kurd

kurdistani 02:21 PM - 2014-10-18
.

.

Li başûrê Kurdistanê li bajarê helmet û qurbanî, jinên pêşmerge ên Kurdistanê di bereyên şer li dijî rêxistina terorê û jibo parastina şeref û keremeta gelê Kurd û mirovatiyê û  parastina axa pîroz a Kurdistanê şer dikin û bi xwîna xwe ya pîroz dara azadî û rizgariya kurdistanê av didin.

Belê yek ji pêşmergeyên jin ên Kurdistanê jî cîgira fermandaeya fewca 2 a jinan neqîb (Rengîn Yusif) bû. Şehîd Rengîn Yusif piştî birîndariyek giran di şerê li dijî terorîstên DAIŞ de roja 11/10/2014 tevîl kerwanê şehîdan bû, bi wê yekê jî şehîd Rengîn dibe yekem şehîda jin ya hêza pêşmerge, ku weku jineka pêşmerge a Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê mil bi mil li gel birayên xwe ên pêşmerge berevanî li ax û niştiman dikir û bû bi şehîdê rêya azadiyê.

Yekem Pêşmergeya Jin Şehîd bû

Piştî birîndarbûna wê li sengerên bergîriya Kurdistanê li dijî DAIŞ û mayîna wê çend rojan li nexweşxaneyê îro sibehê 11/10/2014, efsera pêşmerge a jin neqîb Rengîn Yusif şehîd bû, bi wê yekê jî dibe yekem şehîda jin li nava hêzên pêşmerge.

Di vê derbarê dde endamê encûmena parêzgeha Silêmaniyê û xizmê nêzîkê şehîd Rengîn, Niyaz Ehmed Hemela ji PUKmedia`yê re ragihand: Yekem roja cejna qurbanê di dema bombardumana terorîstên DAIŞ li ser baregehên hêzên pêşmerge li Daquqê, parçeyekî guleyê li sere neqîb Rengîn ket û bi giranî birîndar bû, piştre li naxweşxaneya fryakeftinê ya silêmaniyê ew xistin jêr çavsêriya hûr a pizîkî lê mixabin ji ber giraniya birînên wê îro neqîb Rengîn li nexweşxaneyê şehîd bû.

Niyaz Ehmed amaje bi wê yekê jî kir ku şehîd Rengîn dayîka 2 keçane û keça wê ya biçûk jî 7 mehekî ye, lê belê bi hasten berpirsyartî û jib o rûbirûbûna terorê şehîd Rengîn berê xwe daye çeperên bergîriya li axa pîroz a Kurdistanê.


Ji bo bîranîna Şehîd Rengîn pêşniyarek


Di dîroka xebat û teokîşna pêşmerge yekem care jineke pêşmerge li başûrê Kurdistanê
li sengerên pêş ên bergirî li Kurdistanê jiyana xwe ya pîroz fedayî Kurdistan û Kurdistaniya Kerkûkê dike.
Yekem Jina şehîd li sengeran semboleke dîrokiye, ji be vê çendê mekteba siyasî ya YNK`ê pêşniyar dike parêzger û şeredariya Silêmaniyê Şehîd Rengîn weku semboleke mêjûyî nas bike, ev yekî jî bi wê yekê tê kirin ku li bajarê Silêmaniyê deverek bi navê şehîd Rengîn bête bi nav kirin.
Hezar silav li şehîd Rengîn..
Bapîran ji berê de gotin..
Şêr Şêre çi nêr çi mê.
Raihandina mekteba siyasî
Yekîtiya Nîştiştimanî ya Kurdistanê
12 / 10 / 2014`e

Libarê şehîdbûna yekem jina pêşmerge, endama serkiredayetiya polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û berpirsa dazgeha şehîdan xatûn Wesfiye Benî Weys, nivîsek taybet bo şehîdbûna neqîb Rengîn Yusif belav kir û têde şehîd Rengîn weku sembola berxwedana jina Kurd binav dike.

 

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket