Belgeyên jenosîda Êzîdiyan bo dadgeha navdewletî tên şandin

kurdistani 12:26 PM - 2014-10-18
Belgeyên jenosîda Êzîdiyan bo dadgeha navdewletî tên şandin

Belgeyên jenosîda Êzîdiyan bo dadgeha navdewletî tên şandin

Lijneya bilind a nasandina jenosîda Kurdên Êzîdî û pêkhateyên netewî û olî yên dine çendîn belgeyên jenosîdê didin dadgeha tawana navdewletî.

Di vê derbarê de wezîrê karûbarê şehîdan û endalkiriyan û serokê lijnewyê Mehmud Hacî Salih ragihand ku li ser biryarekî encûmena wezîran lijneya me pêk hat û lijneya me kar li ser dosyeya jenosîdê kiriye û çendîn belge hatine komkirinê.

Weîzrê karûbarê şehîd û ebfal kiriyan di kongireyekî rojnamevanî de got. Em ev belgeyên ku me komkirine radestî dadgeha tawana navdewletî li Lahayê dikin û em li benda wê yekê ne ku em bikarin dosya jenosîda Kurdên Êzîdî li navendên navdewletî bilivînin û jib vê mebestê jî lijneya me serdana Lahayê dike.

Mehmud Hacî Salih got jî: Bi heman mebestê jî lijneya bilind a nasandina jenosîda Kurdên Êzîdî dê serdana parlemana Yekîtiya Ewrupa bike û ji wir jî serdana encûmena mafên mirov li Cinêvê jî dikin taku wan raportan pêkêşî cihên pêwendîdar bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket