Rastiya Kobanê û îrade... Medenî FERHO

kurdistani 10:00 PM - 2014-10-15
Medenî FERHO

Medenî FERHO

Îradeya li Kobanê, sînorê xeyalan jî derbas kir. Ev îrade, 30 sal in li çiyayên Kurdistanê, li zindanên Tirkiye û Kurdistanê, li Îmraliyê tê destnîşankirin. Ev hêz, bi gotina Freud, an jî bi gotina Sokrates, ji yekbûna îrade û hiş û raman gewde dibîne û dibe destpêka xwenaskirin, pêşxistin û xwedîtina mirov.

Şaristaniya cîhanê jî berhemê îradeyê ye. Îradeya ku hêza xepartina agirê dibin xweliya sedsalan de maye dibîne û agir gûr geş dike!.. Her xeleka agir, bûye parçeyek ji şaristaniyê, bûye sekihê kultur, nirx û pîroziyan. Kurd bi vê pêwanê agir pîroz dibînin. Destpêka vê hêza mezin Prometheus e!.. Vê hêza ku xweza jî kiriye bin kontrolê, di asta Xwedawendî-fena-fillah de derketiye holê. Lewma îrade wek biryaradariya bidestxistina azadî û jiyana bi rûmet jî hatiye binavkirin. Kesên ku îradeya mirovan, wek “ocaxa agir” pêdixin, bandorê li şaristaniyê jî dikin.

Îradeya li Kobanê derketiye holê, parçeyek ji agirê îradeya ku li Çiyayê Zagrosê, bi Prometheus û Kawayê Hesinker derket holê û ji bin xweliya sedsalan hat derxistin, bi hişmendiyeke kozmîk hat gûr û geş kirin e. Hêr pêtên agir bû xelekek şaristaniyê, ji Zerdeşt, Konfuçyus, Copernîc, Newton, Gandhî, Darwîn, Einstein, Freud, Marx û hwd. giha Abdullah Ocalan û car din tixubên cîhanê derbas kirin. Wateya Kobanê jî ev xelekên agir e û bi îradeyek xwedîkirina felsefîk tevahiya cîhanê germ dike.

Ji bo vê jî Kobanê ezmûneke cîhanî ye. Cîhan di ezmûna sedsalan re derbas dibe. Cîhana ku di kesayeta Stalîngradê de faşîzma sedsala bîstan mehkum kir, mixabin di destpêka sedsala 21’ê de, bû qurbanê hêrsa bazirganiya selefkarî. Encam, car din faşîzmê nav guhert û di DAIŞ’ê de derkete pêşberî mirovahiyê. Her faşîzm qurbanan dixwaze. Vê hêrsa ku weke hûtê bi ewrên reş pêçayî, şaristanî, kultur û gel qurpandin; di destpêka sedsala bîstan de gelê kurd jî di nav de, suryanî, ermenî û gelek civakên xwedî baweriyên cûda weke qurban bijartin.

Lewma Ocalan vê sedsalê wek “sedsala êş, azar û xwînê” bi nav dike. Di pêxistin, gûr û geşkirina agirê li çiyayên Kurdistanê de, Ocalan û PKK, bûne îradeya polayî ku bi du avan hatiye stewihandin. Ev îrade, li dijî hişmendiya nazîst, patî-şahîst û bazirganîst e û wek “ocaxeke pîroz” a gelan û demokrasî derketiye pêş. Bila, îradeya mezin ya nazîzma Hîtler neyê bîra tu kesî. Emanet na!… Hemberî Komploya Navneteweyî ku wek korsaniya pergala bazirgan tê binavkirin jî, îradeya kurd ji kîndarî û “perest”iya yek alî dûr e. Şengal û Kobanê ev rastî, ji raya giştî ya cîhanê re deklere kir. Kobanê, îro tevahiya dîroka mirovahiyê hembêz dike.

Şervanên kurd jî Spartakus jî di nav de, lehengiya romanên şoreşên cîhanê teva dikin. Hovên sedsalê, xwe bi ewrên reş pêçanê û derketine nêçîra nirx û pîroziyên mirovahiyê. Ev kuştina mirovahiyê ye. Tê zanîn, qirkirina bajaran jî wek qirkirina mirovahiyê têne binavkirin. Mînaka dîrokî bajarê Truwa!.. Mûsil û Şengal jî di dîroka mirovahiyê de demxeyên reş in. Dema ku çeteyên faşîst berê xwe dane Kobanê û cengaweriya kurd, yanî îradeya polayî, mîna Şengalê li Kobanê jî derkete holê, cîhanê rastî dîtin.

Hêza îradî ya gelê kurd, pêdiviyê bi gotinên epîk jî nabîne. Em dibînin, agirekî dojehî tevahiya cîhanê ber bi qijilandin û semitandinê dibe. Em germahiya vî agirê dojehî hîs dikin. Bêhna pîsoyê nazîst-dewşîrmeyên patî-şahîst û moraşîst, mixabin tevahiya sedsala 21’ê jî dagir kiriye. Hetikberên ku ji çeteyên faşîstên sedsalê DAIŞê, petrola talankirî dikirîn û di bazara cîhanê de difiroşin; li Mûsil, Şengal û deverên din yên li Iraq û Sûriye bûne celadê mirovahiyê.

Ger îradeyek polayî ku bi du avan hatibe avdan nebe, faşîst û celad wê sedsala 21’ê jî bikin qada êşe, azar û xwînê. Dê faşîzmê meşru bikin û tevahiya mirovahiyê dîl bigirin. Kobanê, îradeya li dijî vê faşîzmê ye, pola bi du avan hatiye avdan e. Kobanê, têkiliya diyalektîka dîrok û mirov e!.. Lewre, cengawerên kurd li Kobanê neşterê diavêjin birîna herî xedar ya dîroka mirovahiyê. Nakokî û şikestîkên civakî derman dikin.

Her vaqa-nivîsa li Kobanê, peykerekî determînîzma cografya cîhanê ye û ji nû de destnîşan kirina destîniya paşerojên mirovahiyê ye. Ji bo paşerojên, nasnameya azadî û jiyana bi rûmet e. Di berxwedana Kobanê de jî têkiliya diyalektîka dîrok û mirov heye. Ev derketina ji davik, tor û tevna efsûnbazan e.

Kaos û trajediya ku di jiyana rojane de, mirovahiyê dike nava kerûgejiyê û di ferfitîne, tenê dikare bi riyekê rizgar bibe. Ev rê û şivîle, tenê weke Eflatûn ji bo bextewariya mirovahiyê û wek Ocalan, “ji bo paşerojan xeteke guhertinê” dikare çêbibe. Destanên ku li Kobanê tên nivîsandin jî, di vê “xeta paşerojan” de tên nivîsandin. (Em ê vê mijarê bidomînin.)

PUKmedia/A.Welat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket