Mela Bextiyar: YNK û PDK girêday rêkeftina stratejî ne
kurdistani 03:32 PM - 2014-10-13Mela Bextiyar: YNK û PDK girêday rêkeftina stratejî ne
Piştî ku duh 12 /10 / 2014`e herdu Polîtburoyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê bi mebesta çend mijar û pirs gotebêj bikin li bajarê Silêmaniyê civiyan.
Piştî civîn bi dawî bû berpirsê desteya kargêr ê Polîtburoya YNK`ê Mela Bextiyar û cîgirê serokê Partiya PDK`ê Nêçîrvan Barzanî kongiriyeke rojnamevanî ya hevbeş lidarxistin û navaroka civînê bi rojnamevanan re parve kirin.
Mela Bextiya di serî de ragihand; Civîn di demeke dîrokî û girînde lidarket û bi dilê hemû aliyan bû, em ligel hev rêkeftin ku bi mebesta çareserkirina kêşeyên heyî du komîte bêne saz kirin, her wiha biryara roja pêncşemê civîneke din bê te lidarxistin.
Mela Bextiyar wekî din got: Ji du salan ve ji bo em destkarî li çend xalên rêkeftina stratejî bikin me ligel hev goftûgo kir, lê ji ber rûdan û bûyerên demên dawî me nekarî em bêtir goftûgoyan ligel hev pêşbixînine.Mela Bextiyar pê de çû û got: YNK`ê û PDK`ê girêday rêkeftina stratejî ne û pê panbendin, ji bo ew destkarî bêne hemwarkirin jî beriya bi du salan li ser goftûgo me kirine, lê DAIŞ ev babet bi derngî xistin û ev demeke bi riyên fermî û nefermî goftûgo di navbera herdu aliyan de danûstandin têne kirin û ev helûnercên nû wa kir ku em jinûne peywendiyên xwe ligel hev darêjine.
Mela Bextiyar ev yekî anî ziman; Em hewldidin Kurd li Bexdadê xwedî yek deng bin û hemû alî beşdarî hikûmeta nû ya Bexdadê bin.
Her wiha da xuya kirin ku di civîna îro de wan pêşveçûna DAIŞ berve Bexdadê jî gotebêj kirin, ji ber ku ev yek ji pirsên herî girîngine di rojevê de.
Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî ragihand ku îro helûmerçeke nû li Bexdadê heye û di serî de em hewldidin kêşeyan bi hêmenî çareser bikin ku bêtir jî kêşeyên bûdece, Kerkûk û pêşmerge ye, Barzanî her wiha got ku; Siyaseta me ew`e ku em şanekê bidin bi Ebadî, ji bo ew kêşeyên ku di navbera Bexdad û Hewlêrê de çareser bike.
Nêçîrvan Barzanî sebaret bi rewşa Kobanê jî got: Kobanê hemû aliyên siyasî hikûmet û seroktiya Herêmê eleqeder dike, em hewldidin hemû hevkar bin û yarmetiyê bidin, lê em nikarên hêzên rêkirin, her wiha me rê vekir ku hevrêzî di navbera Kobanê û Emerîka de bête kirin, me teqemenî (cebilxane) ber ve Kobanê rê kir û ji bo kocberan jî deriyên sînor vekirîne.
Derbarê bûdce de jî got; Em hewldidin vê keşeyê ji bingehve çareser bikin, dema Malikî bûdce birî, me yek bermîl ji petrola Herêmê nefirotibû, di heman demê de dîsa em difikirin serdana Bexdadê bikin lê heya niha dem nehatî diyar kirin.
Bi mijara dîlên di destê DAIŞ de ne jî Nêçîrvan Barzanî da xuya kirin ku ew derbarê vê mijarê de nikarin tiştekî bikin, ji ber ku DAIŞ rêxistineke terorê ye û hikûmet ligel rêxistineke terorê ti rêkeftinekê lidarnaxîne.
Ji aliyekî din ve û derbarê pirsa, ma gelo birîna bûdce Herêmê li ser daxwaza du berpirsên YNK`ê bû? Nêçîrvanî Barzanî ev yeke ji binî ve red kir û got; Ev gotgot neraste, wezîrê darayî ez agahdar kirim û got ku bûdce bi fermana Malikî hate birîn.
Her wiha sebaret bi peywendiyên YNK`ê û PDK`ê ligel hev Nêçîrvan Barzanî got: Bi saya rêkeftina stratejîk me destkeftiyên mezin bi dest xistin, me pêşniyar kir ku civînên du qolî û pênc qolî di navbera aliyên siyasî yên serke li Herêma Kurdistanê dene, bêne lidarxistin.
Dîsa bi rewşa Kobanê ve girêdayî ji aliyê xwe ve Mela Bextiyar tekez li ser wê yekê kir ku; Ji bo ew piştgiriyê bidin Kobanê ji destê wan çi tê wê bikin. Û derbarê gotgota ku bûdce li ser daxwaz du berpirsên YNK`ê hatî birîn, Mela Bextiyar got; Malikî nikarê li ser daxwaza du berpirsên Yekîtî bûdce bibire û ev yek ti çarî nayê pejrandin.
Her wiha derbarê rêkeftina stratejîk a di navberaYNK`ê, PDK`ê û Goran de Mela Bextiyar got: Me çendîn car tekez kir ku di navbera me û hemû aliyan de rêkefitnên stratejî ne û bang dikin di navbera hêzên siyasî yên li Herêma Kurdistanê de civînên sê alî û pênc alî lidarkevin.
PUKmedia/Pukpb
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
04:37 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
Kurdistan 10:07 AM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18