Îro YNK ji bo Kobanê xwepêşandan dike

kurdistani 02:29 PM - 2014-10-13
Îro YNK ji bo Kobanê xwepêşandan dike

Îro YNK ji bo Kobanê xwepêşandan dike

Bi druşma (Bi Helmet û Qurbanî …. Bi yek deng Kobanê), di demjimêr 2:00 danê paş nîvro îro duşeme 13/10/2014, malpenda yek a rêxistinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Silêmaniyê û tevahiya şax û navendên rêxistina YNK tevî rêxistinên demokratîk , meketa rêxistinên demokratîk ya YNK li bajarê Silêmaniyê û hemû organên YNK li bajarê Silêmaniyê xwepêşandaneke cemawerî ya berfereh jibo berxwedana Kobanê lidar dixe.

Di vê derbarê de ragihandina polîtburoya Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê daxwaz ji hemû çîn û pêkhateyên bajarê Silêmaniyê dike ku beşdarî  li xwepêşandanê de bikin û dengê xwe bixin kêleka Kurd û berxwedêrên bajarê Kobanê.

Xwepêşandan li baxçeya (Nalî) ya cadeya serekî Salim bi meşekê destpê dike ta ber deriyê Sera Silêmaniyê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket