Polîtburoya YNK êrişên terorîstî li Qeretepe şermezar kir
kurdistani 12:26 PM - 2014-10-13Polîtburo ya YNK`ê bi tundî êrişên terorê bi ser Qeretepe de şermezar kir
Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi peyamekê، bi tundî êrişên terorê yên îro yekşemê li navçeya Qeretepe pêk hatin û di encamê de hejmark ji pêşmerge, karmendên hêzên navxweû welatiyên navçeyê şehîd bûn bi tundî şermezar kir. Eve deqa payamê ;
Îro yekşemê berî nîvro sê êrişên terorê navçeya Qeretepe kirin armanc, di ecncamê de bêtirî ji 45 kesî ji hêzên pêşmerge, karmendên hêzên navxwe, kadrên rêxistinên YNK`ê li navçeyê , welatî û di nav de jin û zarok şehîd ketin ,her wiha bêtirî 150 kes jî birîndar bûn û pênc avahiyên fermî yên hikûmetê û partiyê rûxiyan û ziyaneke mezin gihîşt malekê.
Polîtburoya YNK`ê bi tundî êrişên terorê ên bi ser Qeretepe de îro pêk ahtin şermezar dike û ji bo keskûarên şehîdan sersaxiyê dixwaze û ji bo birîndaran hêviya cansaxiyê bi lez dike.
Ev êrişên xwekujer yên terorîst ku rêxistina terorê DAIŞ da ser xwe , beşekin ji tewanên ev rêxistina terorê li dijî gelê kurdistanê pêk tîne, di demekê de diyar dike ku çendê ev terorîst hovin, her wiha diyar dike ku terorîst berve ji hevketinê ve diçin û nema dikarin êrişên rûbirû encam bidin, ji ber vê yekê serî li êrişên xwekujer didin , ên cudahiyê naxînin di navbera jin,zarok û sivîlan de.
Ev cure ji kiryarên terorê dê ligel xwe vîna gelê me bi hêz bike û moralên hêzên pêşmerge li bereyên şer berz bike, wê ti carî dilê hêzên pêşmerge û gelê Kurdisatnê ji şerê paqijkirina xaka Kurdistanê û parastina gel, demokrasî û aramiyê sar neke û dê wan bêtir nêzî serkeftina pîroz bike.
careke din em pakrawnên di encama êrişa terorê de jiyana xwe ji dest dane li navçeya Qeretpe silav dikin, hêvîdarin birîndar jî di demeke nêz de cansaxiya xwe bi destbixînin û rabin ser xwe.
Ragihandina Polîtburoya
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
12/ 10 / 2014`e
PUKmedia/PUKpb
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25