Kobanê û serweriyê... Necîbe QEREDAXÎ

kurdistani 09:14 PM - 2014-10-08
Necîbe QEREDAXÎ

Necîbe QEREDAXÎ

23 rojin Kobanê di bin êrişeke hovane a dirakola û xwînxwarên DAÎŞ´ê de ye. Gelê Kurd li wir û hemû beşên din yên Kurdistanê û derveyê welêt li ser piyan e. Şervanên YPJ û YPG destanên lehengiyê nîşan didin. Tirkiye ketibû xefletek ku Kobanê jî mîna Misûl û Şengalê di çend seatan de were kontrol kirin, lê dema zanîn ku DAÎŞ wê bin bikevin vê carê bi xwe bi derxistina biryara operasona derveyî sînor li Parlemana Tirkiyê dan û bi vê biryarê dixwaze mûdaxaleya Sûriye û Îraqê bike û armanca sereke jî gelê Kurd bi taybet jî tinekirina destkeftiyên Rojava ye.

Niha hemû awir li ser vê şerê ye ku ne tenê roj bi roj lê kêlî bi kêlî ji alî hemû hêzên herêmê û cîhanê ve tê şopandin û insiyatîfa şer di destê kî de bi ecam bibe wê li gorî wê tê xwastin li ser siysetê jî bandora xwe bike. Lê mîna ku mercên ku Tirkiye li ser Gelê Kurd û bi taybet jî li ser Rojava ferz dike bixwaze ku Kurd îradeya xwe teslîm bikin. Lê berxwedanên YPG/YPJ vê hewildana Enkare serûbin kirine û mirov dikare bêje ku Tirkiye gelek hêrs kiriye. Heya niha ji ber ku insiyatîfa şer ji destê DAÎŞê derketiye û niha di destê YPG/YPJ de ye û windahiyên çeteyan gelek zêde ne, dengeyên siyasî jî pê re tên guhertin. Hêzên ku mîna temaşevan jî li êriş û şerê 23 rojan dinêrin ne kêmin an tenê daxûyanî didin, Hin car mirov xwezî dike ku bê deng bin wê baştir be û mîna parêzvan Tirkiye xwe nîşan didin û dixwazin sûcên ku DAÎŞê dike paqij bikin. Mirov nikare ji bo wan tiştek bêje ji ber ku ev nêrîn tên naskirin û rexnekirina wan wê dûbare be, çawa berî çand salan dema gerîllayan li hemberî arteşa Tirkiyê çalakî pêk dianîn, daxwiyaniya şermerzarkirinê didan, niha jî an bêdengin an dema daxwiyanî didin qey tû dibêjî bûne berdevkê DAÎŞê.

Nava perlemanê Tirkiye ne tenê yên biyarê operasyona derveyê sinor dan lê yên biyarê ne dan jî zêde bûn, zêdetir ji salên berê, ew jî nîşana gavake erêniye û îşareta ewe ku êdî hejmareke baş fam kirine ku ev maceraperesetiya AKP wê çi bi serê welat bîne. Başe gelo perlamena herêma Başûrê Kurdistanê çi kir û çi dike? ew jî tenê êrişan şermezar dike, bifikarin û hew....  ji wî wêdatir tiştek nîne û tiştek nayê kirin. Berê 2 mehan 68 Perlemantarên Kurdistanê daxwaz li serokayetiya Perlemanê kirin ku Kantonên Rojava werin naskirin û rûnîştineke taybet ji bo vê mijarê pêk werê. Naskirina rojava dihat wataya vekirina sinor, rakirina ambargo, têkiliyên aborî û siyasî û bi kinasî têkelîyên di hemû warên siyasî û aborî. Lê piştî 2 mehan û di dema ku şer li Kobanê dijwar bûye, serokayetiye Perlemana Kurdistanê bersiva nerênî de, Başa hincet çî ye?, hat gotin “ naskirina Kantonên Rojava tê wataya destwerdana serweriya welateke cîran”.

Ev bersiva tirajîk-komîk hêjaya şîroveyê ye û rîzeke pirs û şrovene. Gelo serokayetiya Perlemanê qala kîjan serwerîyê dike, çi li sûriye tişetek bi navê serweriyê maye. Serwerî tenê çima ji bo Kurdan tên hesibandin, ji bo komên çeteyên rojane derbazê Rojava û Suriye tê kirin, çima naye hesibandin, rojane balafirên Emerîka li hedefên DAÎŞê dixe li Reqqa û Kobanê, bi dehan komên radîkal û tundajoyan bi navê îslamê de rojane li Sûrîye û Rojava mirov dikujin, ev ji di çarçoveya berçavgirtina serweriya de ji welatên cîhantin hatine û li wir kom bûne?. Kantonên Rojava dema hatin avakirin îradeya gelê Kurd benda serwerîya Suriye ma û kantonan avakir? Gelo dema xeta 36 a herêma dij Firînên balafirinên Îraqê li sala 1991 li Başurê Kurdistanê bû biryar û Perlemanê Kurdistanê li sala 1992 de hat avakirin û we xwest hemû cîhan nas bike, li gorê serwerîya Îraqê bû ? niha jî dema Petrol kû qutê gelê Kûrde ji DAÎŞê tê kirîn û bi Tirkiye difroşin û hûn dengê xwe dernaxen, gelo li gorê serwerîya Îraqê ye ? gelo hebûna 13 qereqolên serbazî û tankên tirkan li Başurê Kurdistanê li gorê serwerîya netewî a Gelê Kurde ? pirsên min pirin lê ew qasî bes dibînim lê a girnge ez bêjin gelê kû bi dengê xwe we birîye Perleman van sinor û serweryên saxte nas nake.

Zarokên vê gelê ji bo kû vê serwerîya saxte kû tenê xwin û êş jê re anîye canê xwe kirye çeperyên paratina Gelê Kurd li Kobanê,Serêkanî, Cezaa û Rabîe, Kerkûk, Mexmûr û Celewla yê. Herî hendik biçin Kobanê an sinorê vê Kantonê û fêr bibin kû serwerîye netewî çîye ?.

PUKmedia/Y.O.Politika

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket