DAIŞ 900 welatiyên Kurd revandine

kurdistani 03:38 PM - 2014-10-02
DAIŞ 900 welatiyên Kurd revandine

DAIŞ 900 welatiyên Kurd revandine

Rêxistina dewleta îslamî (DAIŞ) li bajarên Bab û Ezazê ên ser bi parêzgeha Helebê 900 welatiyên Kurd bi hinceta ku endamên YPG'ê ne hatine revandin.

Li gorî agahiyênji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, çeteyên DAIŞ'ê ji beriya heftiyekê ve heta niha digrin ser malên welatiyên Kurd ên sivîl ku li bajarên Bab û Ezazê yên li derdora Helebê û bi hinceta ku endamên YPG'ê ne wan direvînin.

Çekdarên DAIŞ'ê ji beriya heftiyekê ve heta niha zêdetirî 900 welatilyên sivîl ên Kurd ji van bajran revandine.

Gund û bajarokên ku welatiyên Kurd ên sivîl jê hatine revandin ev in: Qebasîn, Til Cerca, Qar Kelbên, Til Betal, Şawa, Naman, Şedûd, Ibllê, Nêrebiyê, Qubet El-Şêx, Sosimbat, Sosiyal, Hezwan, Berşayê, Erboran, Kindiriyê, Dudyan, El-Raiî, Til Şeîr, Qerakoz, Kedrîş, Ceke, Senira, Qermeze û Hewar. Her weha çarenûsa 900 welatiyên Kurd ku hatine revandin ne diyar e.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket