Êraq: 1119 kes di îlonê de şehîd bûne

kurdistani 03:13 PM - 2014-10-02
Êraq: 1119 kes di îlonê de şehîd bûne

Êraq: 1119 kes di îlonê de şehîd bûne

Neteweyên Yekbuyî di raporta xwe ya mehane de belav kiriye ku li Êraqê di meha îlonê de 1119 welatiyên sivîl û serbaz şehîd bûne û 1946 kes jî birîndar bûne.

Duh di kongireyekî rojnamevanî de şanderê neteweyên Yekbuyî raporta xwe aşkira kir û weha têde hatiye: Di meha Îlonê de li parêzgeha Bexdadê 352 welatiyên sivîl û serbaz şehîd bûne, li parêzgeha Selahedînê 298 kes şehîd bûne û 383 jî birîndar bûne, li Kerkûkê 59 kes şehîd bûne û 51 kes jî birîndar bûne, li Diyale 36 kes şehîd bûne û 71 kes jî birîndar bûne, li parêzgeha Musilê 75 kes şehîd bûne û 16 kes jî birîndar bûne.

Li gor raportê bi giştî 854 welatiyên sivîl û 265 serbazên ser bi hêzên ewlekariyê şehîd bûne ku dike 1119 şehîd. Her weha 1604 welatiyên sivîl û 342 karmendên ser bi hêzên ewlekariyê û pêşmerge û ketîbeyên eşîretan jî birîndar bnûe û bi giştî dike 1946 birîndar.

Şanderê Emerîkî da zanîn ku tu amarekî fermî li ser parêzgeha Enbarê jî negihêştiye destê wan û li gor meha tebaxê jî rêjeya şehîd û birîndaran li Êraqê kêm bûye.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket