Şerê YPG û terorîstên DAIŞ li kêleka Kobanê dijwar bûye

kurdistani 01:10 PM - 2014-10-02
Şerê YPG û terorîstên DAIŞ li kêleka Kobanê dijwar bûye

Şerê YPG û terorîstên DAIŞ li kêleka Kobanê dijwar bûye

Serokê desteya berevanî yê kantona Kobanê teqez kir ku şer û pevçûnên dijwar li kêleka bajarê Kobanê li dijî terorîstên DAIŞ didome.

Ismet Şêx Hesen bi daxuyaniyekê ji PUKmedia`yê re îro çarşeme 2/10/2014 ragihand: Terorîstên DAIŞ hêzekî mezin tevî tang û topan anîne derdora Kobanê û bajêr topbaran dikin û şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û terorîstên DAIŞ`ê de bi dijwarî berdewam e.

Şêx Hesen diyar kir ku terorîst êdî li derdora bajarê Kobanê ne û ji aliyê rojhilatê bajêr ve jî kîlometrekê dûrin. Şêx hesen teqez kir ku berxwedana YPG gelekî mezin û ziyanên mezin gîhandine terorîstên DAIŞ`ê.

Serokê desteya berevanî yê kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen bal kişand ser wê yekê jî ku hêzên YPG wê heya dilopa xwîna dawî liberxwe bide û wê nehêlin terorîst Kobanê dagîr bikin.

Şêx Hesen bang li hêzên Kurdistanî û hevpeymaniya navdewletî jî kir ku piştevaniya Kobanê û YPG bikin, her weha da zanîn ku balafirên hevpeymanên navdewletî li derdora Kobanê êrişî terorsîtan nakin.

PUKmedia/Fayêq Yezîdî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket