Ocalan: Li Kobanê komkujî bibe pêvajo bi dawî dibe

kurdistani 12:45 PM - 2014-10-02
Ocalan: Li Kobanê komkujî bibe pêvajo bi dawî dibe

Ocalan: Li Kobanê komkujî bibe pêvajo bi dawî dibe

Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK, Abdulah Ocalan ragihand ku eger ev hewldana komkujiyê li Kobanê bigihêje armanca xwe, pêvajoya çareseriyê wê bi dawî bibe.

Ocalan duh 1/10/2014 di hevdîtina li gel şanda HDP de ku 5 demjimêran dom kir peyamek nivîskî ragihand û têde behsa rewşa dawî ya pêvajoya çareseriyê li tirkiyê û her weha êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û Kobanê bi taybetî nirxand.

Abdulah Ocalan di peyama xwe de libarê pêşveçûna pêvajoyê de got: Li vir ji hevdîtinên teng, biryardariyek xwedî giraniya muzakereyê derketiye holê û di vî warî de lihevkirin çêbûye. Di nuqteya heyî de plana çalakiyê ya nexşeya rê jî derketiye holê.

Rêberê PKK derbarê rewşa dawî li herêma Kobanê û êrişên çekdarên DAIŞ jî axivî û got: Dorpêçiya Kobanê dorpêçiya ji rêzê ya bajarekî nîne. Ne tenê li dijî destkeftiyên demokratîk ên gelê Kurd e, wê di heman demê de Tirkiyeyê bixe nav pêvajoyeke nû ya darbeyê.

Ocalan teqez kir û got: Eger ev hewldana komkujiyê bigihêje armanca xwe, hem pêvajo wê bi dawî bibe, hem jî wê bingeha darbeyeke nû û demdirêj bê avêtin.

Di beşek din a peyanmê de Ocalan got: Her kesê dixwaze mijara Kobanê û Rojava rast fêm bike, divê vê rastiyê baş têbigihêje. Bang li her kesên ku li Tirkiyeyê naxwazin pêvajo û rêwîtiya demokrasiyê têk biçe dikim, ku bi berpirsyarî û cidiyeta pêwîst xwedî li Kobanê derkevin.
Ocalan cext li wê yekê jî kir ku, rastiya Kobanê û pêvajo hevgirtiye û ji hev nayê qutkirin.

PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket