Li Kobanê şer bi dijwarî didome

kurdistani 11:25 AM - 2014-10-02
Li Kobanê şer bi dijwarî didome

Li Kobanê şer bi dijwarî didome

Li Herêma Kobanê li eniyên rojhilat, başûr û rojava yên Kantona Kobanê pevçûnên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li gelek cihan bi dijwarî dom dikin. Di pevçûnan de tangek hate rûxandin û gelek çete hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, li gundên Alpelur û Seftikê yên dikevin eniya rojavayê Kobanê û li gundê Helincê û derdora çiyayê Miştenûr ên li rojhilatê Kobanê şer û pevçûn di van saetan de jî dom dikin.

Ajansê  diyar kiriye ku di van pevçûnan de bi dehan çekdarên DAIŞ hatine kuştin, lê agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Di pevçûnên li gundê Helincê de jî tangek çeteyan hate rûxandin.

Li eniya başûr jî li gelek cihan pevçûn bi dijwarî didomin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket