Filîma Behmen Qubadî li festival Venîsiya hate nimayîş kirin

kurdistani 10:10 PM - 2014-10-01
Berhemê Qubadî li festival Venîsiya hate nimayîş kirin

Berhemê Qubadî li festival Venîsiya hate nimayîş kirin

Filîma sînemakarê Kurd (Behmen Qubadî) ya nû li festival navdewletî a filîm li Venîsiya li Napolî bi navnîşana (Sînemaya pêşkeftî) li welatê Îtalya hate nimayîş kirinê.

Filîma “Hindek car çavê te lêbe” nûtirîn berhema sînemakarê Kurd (Behmen Qubadî) di çarçoveya komeleya filîmên (çend gotinek li gel xwedawendan - Words With Gods) ji berhemanîna (Alêx Garsiya û Gilîr mo Aryêga) û bi awazdanerê mûzîkjenê navdarê Birîtanî (Pîter Gabriyêl) bi nûneratiya li Herêma Kurdistanê di navva festival navdewletî Venîsiya li Napolî bi navnîşana Sînemaya pêşkeftî li bajarê Napolî li Îtalya hate nimayîş kirinê û ji aliyê bîneran ve baş hate pêşwazî kirinê.

Ew festival bi hevkariya festival navdewletî a filîma venîsya, wezareta keltorî ya Îtalya beşa ferheng a sînemaya Napolî di rojên 22-28/9/2014 li bajarê Napolî ya îtalya birêve çû.

Filîma Hindek car çavê te lêbe” li yekemîn beşariya nevdewletî bi amadebûna Qubadî roja 30/8/2014 çûye ser perdeya sînemayê û pêşwaziyek germ lê hate kirin û weku baştirîn filîm di nava komek filîmên hatin pêşkêş kirin hate hilbijartinê.

PUKmedia/Mensu Cîhanî

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket