Selma Irmak: Tezkere ne Çareserî ye

kurdistani 09:08 PM - 2014-10-01
Selma Irmak: Tezkere ne Çareserî ye

Selma Irmak: Tezkere ne Çareserî ye

Hevseroka KCD`ê û parlemantera Şirnexê Selma Irmak ligel radyoya Dengê Emerîka li ser pêşniyariya qanûna hikûmeta Tirkiyê  derbarê destwerdana li Sûriyê û Êraqê de û hevdîtina ku îro bi tev Hevserokê HDP`ê Selahedîn Demirtaş ligel serokwezîr Ehemd Dawudoglu lidarxistine de axivî.

Irmak li ser pêşnîyarê ku di bîragiştî de wek tezkere tê zanîn, dijberîya xwe nîşan dide û da xuya kirin ku kêşe bi dest werdana ji derve çareser nabin.

Her wiha diyar kir "Em wek HDP li dijî tezkere ne. Divê problemên vê derê bi hêzên herêmî re bêne çareser kirin. Li Afganistan, Lîbya, Tûnis û gelek welatên cihê tê dîtin ku problem hîn wek xwe mane."

Irmak agahî li ser hevdîtina wan ya ligel Serokwezîrê Tirkîyê Ehmet Dawudoglu jî dide û geşbînîya xwe dîyar dike ku hikûmet helwesta xwe ya ser Kobanê biguhere.

Irmak li ser rewşa Kobanê jî dibêje, êrîşên DAIŞ ne tenê ser YPG û YPJ ye, lê li ser tevahîya Kurdan e.

PUKmedia / VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket