Helebçe paytexta aştiyê ye

kurdistani 08:24 PM - 2014-10-01
Helebçe paytexta aştiyê ye

Helebçe paytexta aştiyê ye

Parlemantoya Kurdistanê roja 30 / 9 / 2014`e di civata xwe ya siyem de ji sala yekem ji xola çarem a hilbijartinên parlemantoyê de, projeyabiryara  bi navkirina bajarê Helebçe ya Şehîd bi patytexta aştiyê li Kurdistan- Êraqê, ya li gorî xalên (75-74-72) ji peywera navxweyî ya parlemantoya Kurdistanê ya jimar (1) a sala 1991 a hatî sererast kitin hatî pêşkêş kirin pesend kir.

Parlemantera firaksyona YNK`ê di parlemana Kurdistanê Rêwaz Fayêq bi da xuyaniyeke teybet ji PUKmedia yê re da xuya kirin ku: Biryar di van xwe de gelek xal û madeyên hikûmeta Herêma Kurditanê pabend dike ku divê biryarê cîbicî bike di nav xwe de hembêz dike û sîstemên cîbicîkirina biryarê diyar dike ku divê hemû saziyên cîbicîkar pabend bin bi wê yekê ku Helebçe bikin warê hemû çalakî û xebatên bi aştiyê ve girêdayî bin çi kongire bin an çalakiyên cuda bin.

Derbarê girngiya vê biryarê de Rêwaz Fayêq got; Ev biryar ji aliyê moral ve gelekî girînge, li cîhanê gelek bajar weku paytextên aştiyên têne nas kirin yek ji bajarê Cinêv a Siwêsra, em hewldidin Helebçe dostê van bajaran be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket