Parlemanterên Ewropa êrişên DAIŞ bi ser Koabnê de şermezar kir

kurdistani 07:49 PM - 2014-10-01
Parlemanterên Ewropa êrişên DAIŞ bi ser Koabnê de şermezar kir

Parlemanterên Ewropa êrişên DAIŞ bi ser Koabnê de şermezar kir

Şanda Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê ya li Ewropa berdewame di hevdîtinên xwe de ligel parlemanter û serokên komên parlemantoya Ewropa, şanda PYD`ê di rojên dawî de ligel serokê koma partiyên Sosyalîst ên di parlemantoya Ewropa de Endiryas Kiros civiya.

Hevserokê PYD`ê Salih Musilm û li ser vexwendina ji aliyê serokê komîta siyasî ya Parlemantoya Ewropa beşdarî civînê  bû,  û di civînê de rewşa dawî ya li Sûriyê û navçeyê nirxand û derbarê de agahiyên berferh dan bi teybet derbarê rewşa bajarê Rojava Kurdistanê Kobanê de, ya rastî êrişeke hov a rêxistina terorê DAIŞ bi ser de tê. Her wiha Musilm li gel serok û endamên koma partiyên Çep di parlemantoya Ewropa de civiya û bi teybet derbarê rewşa Kobanê de axivî.

Gelê Kurd ji aliyê xwe ve  bi mebesta piştgirî bide Kobanê li gelek paytext û bajarên Ewropa xwepêşandan,meş, girev û çalakî lidarxistin û li pêşberî avahiya parlemantoya Ewropa li Strasborgê jî çalakiya mangirtinê lidarxistin. Her wiha li Cinêvê û Kopihagênê jî hejmarek ji siyastmedar û parlemanterên Kurdistanê mangirtin girtin û çalakî birêve birin.

Hevserokê PYD`ê di civîna ku komîta siyasî ya parlemantoya Ewropa de, ku bi xwe li ser banga serokê komîtê Tiyodor Bakoyanz û bi tevlêbûna 50 parlemanterên ji komên cuda ên di parlemantoya Ewropa de ne lidarket, derbarê rewşa siyasî û leşkerî ya li ser qadê li Kobanê agahiyên berfereh pêşkêş kirin, her wiha mafên û daxwazên gelê Sûriyê yên rewa nirxand. Parlemanterên Ewropa ji aliyê xwe ve êrişa rêxistina terorê DAIŞ bi ser Kuran ve li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew metirsî û gefên îro DAIŞ li Kurd dixwe, di rastiya xwe de li hemû cîhanê û şaristaniyê gef û metirsiye.

Parlemanter Tiyodor Bakoyanz ji aliyê xwe ve da xuya kirin ku dê ew bi mebesta rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrişên DAIŞ bi ser û çawa û bi çi rêbazî alîkarî û piştgirî ligel gelê Kurd li Rojava bête kirin û derbarê hevdîtina li gel Hevserokê PYD`ê Salih Muslim de raportekê amadebike û roja pêncşemê pêşkêşî civata Parlemantoya Ewropa bike.

Şanda PYD`ê her wiha duh ligel koma partiyên Çep ên di parlemantoya Ewropa de ne,  beşdarî xwarina nivro bû û li wir jî Hevserokê PYD`ê derbarê pêşketin û pêşveçûnên dawî axivî, endamên koma partiyên Çep gelek giringî dan êrişên DAIŞ bi ser Kobanê ve dibe û êrişên balafirên Emerîka û hevpeymana navdewletî yên li dijî DAIŞ li deverên Rojavayê Kurdistanê nirxandin.

Serokê koma partiyên Sosyalîst Endiyas Kiros ji aliyê xwe di hevîdtina xwede li gel şanda PYD`ê soz da ku dê ew her cure alîkarî û piştgiriyê bidin proja Rêvebiriya Xweser û nas bikin û da xuya kirin ku helwesta wan di piştgirîkirin li tekoşna gelê Kurd û berxwedana ku li dijî rêxistina terorê DAIŞ dikin diyar û zelale.

Kiros wekî din diyar kir ku di pirsa rêkirina çekan de ti desthilatdariya wan nîne lê dikarin di vê derbarê de bi mebesta parastina hindekayiyan û hêzên Demokrat pêşkêşnameyekê pêşkêşî parlemantoya Ewropa bikin.

Şanda PYD`ê her wiha li gel berpirsa dosya Tirkiyê Jozêt Doryo civiya û derbarê rewşa dawî ya li navçeyê de û rola welatên herêmê di piştgirî kirin li seqemgirî û demokrasiyê de li navçeyê goftûgo kirin û nirînên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha hate ragihandin ku dê şanda PYD`ê di rojên pêş de berdewam be di hevdîtin û serdanên xwe de li welatên Ewropa.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket