Ala Kurdan di navbera Bedirxanî û Barzanîyan de... Konê Reş
kurdistani 06:40 PM - 2014-10-01Konê Reş
Di roja 9 /6 /1999 an de, serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistanê de pirojeyê bilindkirina (Ala Kurdan) pêşkêşî perlemanê Kurdistanê kir, endamên perlemento jî bi yek dengî ew piroje pejirandin...
Ala Kurdan: Ev Ala ku ji jêr ve rengê keske, ji ortê ve rengê sipîye û rokek di nav de diçirise û ji jor ve rengê sor e.
Bi ragihandina vî pirojeyê pîroz re, gelek bûyer hatin bîra min: Bûyrên ku bi Ala Kurdan ve girêdayî ne û pêre pêre ez li sala 1919 an vegerîyam. Ev sala ku Ala Kurdan têde hatiye damezirandin.
Di destpêka sala 1919 an de, di civîneke (Komela Tealî Kurdistan) de li Stenbolê, bi serokatiya serokê wê yê diwem (Mîr Emîn Alî Bedirxan), biryar hat standin ku xaka Kurdistanê ji hêzên Tirk û biyaniyan rizgar bikin û serxwebûna Kurdistanê diyar bikin. Ew Kurdistana azad û serbixwe Alek jêre divîbû, hingê di wê civînê de Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengên Ala Kurdistanê bijartin, amade kirin û Ala Kurdan danîn (Eynê vê Ala niha). Da ku piştî qewirandina hêzên Tirk û biyanîyan wê Alê di asmanê Kurdistanê de bilind bikin..
Lê mixabin, çendî car wê Alê divabû xwe aşkere bike, lê ne dihat aşkerekirin şerê wê bi dijwarî dihat kirin. Wê Alê jî ji cihê xwe yê veşartî ne dihşit ku neyarên wê têr razên.. û tevî vê rewşa xerab vê Alê du carî asmanê Kurdistanê xemilandiye û dilê welatiyên xwe geşkiriye; cara pêşîn di sala 1929 _ 1930, de bû, di van her du salan de, ev Al ji rex ceneral Ihsan Nûrî Paşa û hevalên wî di şoreşa Araratê de hatiye bilindkirin li ser çiyayê Araratê, cara din di roja 22 /01 /1946 an de bû, di roja beyankirina komara Demokrat li Mehabadê, de li navtara Çarçira de, digel hin guhertinan..
Lê mixabin, di van her du caran de ev Al bi darê zorê hat daxistin û ma qedexe...
Di sala 1932 an de Mîr Celadet Alî Bedirxan û Mîr Dr. Kamîran Bedirxan her yekî ji wan helbestek di pesnê Ala Kurdî de, di kovara xwe (Hawarê) xwe de li Şamê belav kirin.
Piştî helbestan Mîr Celadet Bedirxan gotarek bi navê (Welat, Welatînî û Al) di kovara xwe Hawar ê de weşand û têde got:
(Her milet xweyîyê alekêye, Al nişana milet û welête milet û welate, Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye.
Al namûs, rûmet, bextê miletane, Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedirbûna ala xwe, bê perwa xwe didin kuştin, Ala her miletî jêre behaye. Di cejn û şahînetan de qesir, xanî û koçeyan pê dixemilînin, di ber wê re diborin, silavan lê dikin, wê maç dikin, datînin ser serê xwe..)
Piştî van gotinên Mîr Celadet Alî Bedirxan êdî ez nema dizanim çi bibêjim; di pesnê Ala Kurdan û parastina wê de... Tiştê ku ez dixwazim bibêjim eve: piştî 87 salan ji danîna reng û amadakirina Ala Kurdan, piştî bi dehan şoreşên bi xwîn, bi hezaran şehîd.. Va ji nû ve bi saya şoreşa Barzanîyê nemir, bi saya welatîyên bi rûmet, dilsoz û wefadar em Ala xwe bilind dikin di asmanê Kurdistanê de, û serbilind û serfiraz em di bin siya wê de dijîn.
Heger Mîr Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengên Alê danîbin û şêx Mehmûdê hefîd, Ihsan Nûrî Paşa, Ferzende, Memdûh Selîm Wanlî û... hwd li ser giriya bin, heger pêşewa Qazî Mihemed ji bo wê hatibe bi darvekirin û Barzanîyê nemir ji bo wê sînorên bi xwîn derbaskirin ta ku xwe gîhandiye Sovyêta berê, va îro bi saya welatîyên dilsoz û birûmet Ala me li ser xaka kurdistanê bilind, li ba dibe.. Hêvî û xewnên wan gorbuhîştiyan dibin rastî û her bijî Ala Kurdan, bijî kurd û kurdistan.
Konê Reş, Qamişlo, 27.09.2014
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26