Pentagon: Dê hêzeke destwerdana lezgîn li Rojhilata navîn belav dike

kurdistani 05:32 PM - 2014-10-01
Emerîka wê hêzeke dest werdana lezgîn li rojhilata navîn belav bike

Emerîka wê hêzeke dest werdana lezgîn li rojhilata navîn belav bike

Wezereta Berevaiya Emerîka (Pentegon) sêşemê 30 / 9 / 2014`e ragihad ku dê hêzên Marênz  2300 leşkerî ji leşkerên hêzên deryayî yên Emerîka li rojhilata navên belav bikin.

Berdevkê Pentegon John Kêrbî da xuya kirin ku dê ev hêza teybet ji bo destwerdana lezgîn li navçeyê bike û bi teybet operesyonên li Êraqê lidarine bike, bête rêkirin, her wiha ev hêz dê xwedî  hejmarek ji belafiran be ji ber ku ger ti bûyerek ne çav li rê encam bide bi lez dest werdan bike.

Hefteya bihurî yek ji efserên hêzên deryayî yên Emerîka da xuya kirin,  ku wê ev hêz li Kiwêtê bê bicih kirin.

Hêjayî gotinê ye ku hejmarek ji serleşkerên Emerîka piştî ku êrişa ser bi konsolxaneya Emerîka hate kirin li bajarê Benî Xazî ya Lîbya di 11 / 9 / 2014 `e de, ev raman pêşkêş kirin û diyar kirin ku divê hêzeke wer teybet ji bo li Efrîqayê j' dest werdan bike bête avakirin û navenda wê li Spanya be.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket