Musil: Ebu Enes Kurdî hate kuştin

kurdistani 12:19 PM - 2014-09-29
Musil: Ebu Enes Kurdî hate kuştin

Musil: Ebu Enes Kurdî hate kuştin

Di encama bombardumanê de îro 29/9/2014 pên serkirdeyên mezin ên DAIŞ li bajarê Musilê hatin kuştin ku berpirsê serbazî yê terorîstan jî di nav de bûye.

Jêderekê li malbenda Musilê a Yekîtiya Niştimanî ya kurdistanê ji PUKmedia`yê re ragihand: di encama bombardumana balafirên şer ên Emerîka û Fransa bo çend baregehên terorîstên DAIŞ li bajarê Musilê zêdetir li 43 terorîst hatine kuştin û têde 5 serkirdeyên diyar ên DAIŞ jî hebûne.

Got jî: her di nava kuştiyan de terorîstê mezin bi navê Ebu Enes Kurdî jî heye ku serpereştiya serbazî ya terorîstên DAIŞ li nava Musilê dikir û destê wî di karesata Şengalê jî hebûye.

Wê jêderê diyar kir ku terorîsteka jin a mezin ya DAIŞ jî ku serpereştiya jinên DAIŞ jî li Musilê dikir di wê bombardumanê de hatiye kuştinê.

Jêderê malbenda Musilê a YNK behsa wê yekê jî kir ku balafirên şer ên Emerîka û hevpeymanan bi taybetî Fransa bombardumana navçeyên Şengal û Dugirê û Zoravayê jî kirine û ziyanek mezin gîhandine terorîstan.

Her li gor zanyariyên PUKmedia`yê ku ji jêderekî taybet wergirtiye li nava Musilê termê zêdetir li 300 terorîstên DAIŞ yên birîndar li nexweşxaneya mezin a Musilê de hene.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket