Kobanî, Selîm Biçûk

kurdistani 07:29 PM - 2014-09-28
Kobanî, Selîm Biçûk

Kobanî, Selîm Biçûk

Kobanî,

nizanim ne gulekê diyarî te bikin, ne guleyekê

Kîjan ji dengê şewata tilîliya dayîkan bilindtir e?

Gul, yan gule?

Ev çi bobelat e,

Kezeb bi tilîliyan beroxir dibin

Bi tilîliyan pêşwazî dibin

Bi tilîliyan em digirîn

Bi tilîliyan tune dibin

Jiyan agirê tilîliya dayîkekê ye,

têlek rêsayî, guleyek bêbext û tirsa çavê zarokekê

Tirs û birs me nas dikin, em zarokên xwedê yên sêwî,

ji şewatê ber bi şewatê hêstirên dayîkan li şopên xwe direşînin

Bazar e, bazar!

Kî tirsa me dikire?

Kî birsa me dikire?

Kî tilîliyên dayîkên me, hêstirên wan dikire?

Em xwedayê xwe jî difiroşin,

kî dikire?!

Lê êşa xwe?!

Hemî peyv, hemî xweda, hemî em dişewitin û ew dimîne!

Selîm Biçûk...

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket