Li Oslo Kurdistaniyan piştevaniya Kobanê kirin

kurdistani 01:15 PM - 2014-09-25
Li Oslo Kurdistaniyan piştevaniya Kobanê kirin

Li Oslo Kurdistaniyan piştevaniya Kobanê kirin

Duh 24/9/2014 bi beşdariya hejmarek nûnerên hiz û rêxistinên Nirwêjî li bajarê Oslo paytexta Nirwêjê bi xwepêşandanekê hevxemî û piştevaniyê xwe bo Kobanê û şervanên YPG nîşandan.

Her weha xwepêşanderan daxwaz li welatê Nirwêjê û cîhanê kirin ku piştgîriya Rojavayê Kurdistanê bikin ku niha rûbirûyê hereşeyên terorîstên DAIŞ bûne.

Di wê xwepêşandanê de hejmarek ji nûnerên hizb û rêxistinên Nirwêjî peyama xwe pêşkêş kirin û hevxemiya xwe bo xweîşk û birayên penaber ên Kobanê nîşan dan û her weha spasiya hêza Gerîla û YPG û Pêşmergeyan kirin ku îro şerê terorê bo hemû cîhanê dikin, her wek daxwaz ji welatê Nirwêjê jî kirin ku piştgîriya Rojavayê Kurdistanê bikin.

Hêjayî gotinê ye ku şanda komîyteya Nirwêjê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî rola xwe ya berbiçav di xwepêşandanê de hebû û peyama YNK ji aliyê berpirsê komîteya Nirwêjê (Hindrîn Bawenor) ve hate xwendinê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket