Hindistan serkeftî gihîşte Marsê

kurdistani 08:59 PM - 2014-09-24
Hindistan serkeftî gihîşte Marsê

Hindistan serkeftî gihîşte Marsê

Hindistanê roja çarşamê porbeyek (Kawişger) şanda rêgeha Marsê û ev yek serkeftî pêk anî û bi vê pêngavê bû yekem dewlet ku di projeyeke wer de ji pêngava yekem bi serdikeve.

Serkeftina ku Hindistanê di bicihkirina kawigerekê li dor Marsê bi destxistiye, hêz dide bernama Hindistanê ya berve dûre asmanê ku temanê wê 50 sale, serokwezîrê Hindistanê Narndira Modî ji aliyê xwe ve hewildide ji aliyê teklonojî ve welat pêşve bibe û di vê warî destkeftiyên mezin bidest bixe.

Piştî ku Kawiger gihîşte cihê xwe li rêgeha li dor Marsê, Serokwezîrê Hindistanê got; Hindistan serkeftî gihîşte Marsê û her kesê pîroz kir.

Hêjayî gotinê ku birêkirina Kawişgera Hindistanê berve Marsê, li gorî bernameyên dûra asmanê gelekî erzan bi serket ji ber ku bi tenê 75 milyon dolar weku xerckirin lê çû.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket