YPG`ê : Divê li Kobanê jî li dijî DAIŞ êrişên asmanî pêk bên

kurdistani 10:43 PM - 2014-09-23
YPG`ê : Divê li Kobanê jî li dijî DAIŞ êrişên asmanî pêk bên

YPG`ê : Divê li Kobanê jî li dijî DAIŞ êrişên asmanî pêk bên

Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê ragihand ku piştî DAIŞ rastî êrişa asmanî hat, berê xwe da  ber ve deverên Kurdan û hêzên xwe ji nûve bela kir.

Berdevkê YPG`ê Rêdûr Xelîl îro sêşemê ji Reuters re axivî û daxwaz kir ku li dijî çekdarên rêxistina terorê DAIŞ ên êriş bi ser Kobanê dikin jî êrişên asmanî pêk bên.

Rêdûr Xelîl da xuya kirin ku DAIŞ piştî ku rastî êrişa asmanî ya bi serpereştiya DYE pêk hat, berê çekdarên xwe da deverên Kurdan û dê ev yek fişarê bi ser şervanên Kurd de yên li Kobanê li dijî DAIŞ şer dikin bike.

Xelîl diyar kir ku divê hevpeymana navdewletî li çekdarên rêxsitina terorê yên berê xwe dane derên Kurdî jî bomberdoman bike û bi teybet li eniya Kobanê.

PUKmedia 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket