Mela Bextiyar: Hişyariya rojava û biçekkirina pêşmerge rê li ber karesetekê girt
kurdistani 09:59 PM - 2014-09-23Mela Bextiyar û balyozê Birîtanya li Êraqê
Bepirsê desteya kargêr ê polîtburoya YNK`ê Mela Bextiyar duh duşemê li barageha polîtburya YNK`ê li Silêmaniyê bi amadebûna berpirsê peywendiyên derve Ebdelrezaq Feylî, pêşwazî li balyozê Birîtanya li Êraqê Firank Baker û konsolê giştî ya Birîtaya li Hewlêrê Enkês Mekî kir .
Di hevdîtinê de rewşa Êraq, navçeyê û pêkaîna hikûmeta nû ya Êraqê hate gotebêj kirin û derbarê mijarên hatine gotebêj kirin de û çawa DAIŞ jinav bête birin û wê neçar bikin ku ji deverên Kurdistanê vekşe, herdu aliyan nirînên xwe eşkerkirin û diyar kirin.
Di çarçova goftûgoyan de û derbarê metirsiyên ku terorîstên DAIŞ bi ser navçeyê ve çêdike, Mela Bextiyar tekez kir ku ev hêzên û aliyên Îslamî di wê zanebûnê de ku ew nikarin bi riyên rewa plan û dijmantiya xwe belav bikin, lê wan û bi vê nasnameê karîn di demeke kurt de des bi ser gelek deveran de bigrin talan bikin û kocber bikin. Her wiha da xuya kirin ku ji ber hişyariya welatên weku Emerîka, Almanya, Birîtanya, Îtalya û Firansa li berember metirsiyên DAIŞ bi ser navçeyê de çêdike diyar kirin, dilxweşe.
Mela Bextiyar wekî din diyar kir tersî vê yekê ger me siyaste DAIŞ dema dest danîn bi ser bajarê Mûsilê de fêm nekira, dê weku Sûriyê û Bereya Nusra lê me jî bihata û tekez li ser wê yekê kir ku li gorî demên bihurî niha asta metirsiyan gihîştiye nivî.
Mela Bextiyar her wiha da xuya kirin ku DAIŞ xwedî xewneke berferhe û hewildidan bi gefên xwe dest danin bi ser coxrafiyeke berferh, lê di rewşa niha li ber çav e komên terorê ji qonaxa êrişê berê xwe dan parastinê, ew nikarin bergirî li deverên di destê wan de bikin û ev yek di encama parastina hêzên pêşmerge ji xaka Kurdistanê û devrên ji Kurdistanê hatine qut kitin de rû da.
Mela Bextiyar da xuya kirin ku çendê rê dirêj be lê ew di wê baweriyê de ku wê şerê di coxrafiyeke berferh û li bajarê li dijî DAIŞ hesan be û dê di heyama 2 ta 3 mangên pêş de bi dawî bibe, Mela Bextiyar ji aliyê xwe ve cexit kir ku ev yek diyar dike ku rojava bi lez têghîşt ku çendê DAIŞ metirsiyan ligel xwe tînê û bilez rû bi rû li berem DAIŞ rawestiya.
Û wiha berdewam kir; Eger welatên rojava û dewletên piştgî dan hêzên pêşmerge, li gorî yesayên navdewletî û yên Êraqê tegerbikarana û li gorî yesan biryar bidane û li bendê bûne ku Êraq biryarê bide ku ev jî dê 6 mangan li ber xwe bida, ti çarî derfet tinebû ku pêşmerge bihatina biçekkirin.
Lê tersî vê yekê welatên rojava ev rewş fêm kirin û di wê zanebûnê de bûn ku artêşa Êraqê ji hevket û bi tenê pêşmerge dikarê û amadeye rû bi rû li berember teror û metirsiyên DAIŞ`ê rawestê û got: Ev têghîştin xwedî giringiyeke mezin bû ji bo ku têghîştin kilasîk ên serweriyê û siyasetê ne bin asteng di bergirî û êriş kirin bi ser dijminên mirovaniyê DAIŞ de.
Mela Bextiyar her wiha tekez kir ku rigar bûn ji metirsiyên DAIŞ û ber alî kirina vê rêxistrinê bi tenê piştî ku pirsgirêkên bingehîn ên siyasî û yesayî li Êraq, cîbicîkirina desturê, kêşeyên di navbera Şî`a û Sune, kêşeyên di navbera Bexdad û Herêmê, pirsa naft û gaxê, pirsa bûce, pirsa biçekkirina hêzên pêşmerge û mada 140 weku pirseke sereke ya Êraqê dîtin ku divê bête çareserkirin, dê pêk bê, ji ber ku eger ev pirs hemû neyên çareserkirin wê dîsa Sune xwe ji prosa siyasî dûr bibînin, Şî`a ji hev ne razî bin û yekîtiya wan ne bi ser hev debe, Kurd peywendiyên xwe yên ligel Bexdadê birbirn û li gorî van xalan dê DAIŞ bi ser xwe be bi hêz be û çareke din dakevê qadan û pirsgirêkên mezin bi ser navçeyê de dirust bike.
PUKmedia / Pukpb
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23