Ebadî: 2 general ji kar dûrxistin

kurdistani 08:19 PM - 2014-09-23
Ebadî: 2 general ji kar dûrxistin

Ebadî: 2 general ji kar dûrxistin

Serokwezîrê Êraqê Heydar Ebadî her yek ji alîkarê serfermandarê artêş ferîq rukin Ebud Kenber û serfermandarê hêzên bejahî ferîq rukin Elî Xêdan ji kar dûr xistin û xaneşîn kirin.

Wezereta Bervaniya Êraqê ragihand ku Fermandarê giştî yê hêzên çekdar Heydar Ebadî ferman da ku her yek ji ferîq rukin Ebud Kenber û ferîq rukin Elî Xêdan bêne xaneşîn kirin.

Her wiha rêwijkarê ragihandinê yê wezeretê ferîq Mihemed Eskerî ji Sumariyê news re axivî û da xuya kirin ku serfermanadrê giştî ya hêzên çekdar Heydar Ebadî ferman da ku her yek ji alîkarê serokê erkan a artêş ferîq ewel rukin Ebud Kenber û ferîq rukin Elî Xêdan bêne xaneşîn kirin.

Ji aliyekî dine ve wezereta berevaniyê ragihand ku serokwezîr Heydar Ebadî nivîsgeha Fermandarê giştî ya hêzên çekdar jî jinav bir û ji holê rakir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket