Karayilan: Armanca YPG'ê rizgarkirina Til Ebyad e

kurdistani 04:21 PM - 2014-09-23
 Karayilan: Armanca YPG'ê rizgarkirina Til Ebyad e

Karayilan: Armanca YPG'ê rizgarkirina Til Ebyad e

Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku YPG polîtîkayeke ku şer li tevahiya Rojava belav dike, dimeşîne. Karayilan destnîşan kir ku armanca vê planê, astengkirina têkçûna Kobanê ya ji aliyê DAIŞ û AKP'ê ve hatiye plankirin nîne, armanc rizgarkirina Til Ebyad e.
Karayilan ê ji Stêrk TV re axivî, der barê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û berxwedana Kobanê de nirxandinên girîng kir.
Karayilan diyar kir ku êrîşên li hemberî Kobanê ne bi tenê êrîşa DAIŞ'ê ye û destnîşan kir ku di nava vê planê de AKP û dewleta Tirk jî hene. Karayilan ragihand ku têkoşîna li dijî vê yekê wê were mezinkirin û anı ziman ku pêvajoya çareseriyê jî bi van hewldanên AKP'ê re bêwate bûye.
Hevpeyvîna Karayilan a di Stêrk TV de hat weşandin wiha ye.
8 roj in li Kobanê êrîşên DAIŞ'ê hene û li dijî vê berxwedan tê nîşandan. Her wiha li hemberî gelê Pirsûsê jî êrîş hatin kirin. Hûn vê helwesta dewleta Tirkiyeyê çawa dinirxînin?
Bi berxwedana ev 8 roj in li Kobanê tê nîşandan re bi rastî jî li wir dîrokek tê nivîsandin. Li dijî êrîşên dijwar, gel û ciwanên Kurd li ber xwe didin. Ev berxwedan berxwedaneke gelekî mezin û bi rûmet e. Beriya her tiştî ez gelê Kobanê yê berxwedê û YPG'ê ji dil û can silav dikim. Lehengên di afirandina vê destana lehengiyê de şehîd ketine bibîr tînim û soza me dane tevahiya şehîdên Kurdistanê careke din dubare dikim. Li gel Kobanê li Pirsûsê jî gelê KUrd ev 2 roj in di nava berxwedaneke mezin de ye. Ew jî li dijî êrîşên AKP'ê têdikoş in. Silavên xwe ji gelê me yê li Pirsûsê li ber xwe dide re, dişînim. Berxwedana wan jî ji bo bilindkirina ruhê neteweyî, destekek ji dil û can e.
Ji aliyê giştî ve gelê me îro ketiye demeke nû. Di têkoşîna azadiyê de ev dem dema encamgirtin û serketinê ye. Ev 8 rojin êrîşên DAIŞ bi rastî bi hêzeke mezin û bi teknîkeke bilind berdewam dike. DAIŞ'ê ji Helep, Reqa, Deyre Zor hêzên xwe kom kiriye, tankên ji dewleta Iraqê yê Emerîkî û tankê ji dewleta Sûriyeyê yên Rûs ên wergirtiye, bikar tîne. Ev şer şerê tankan, şerê teknîkê ye. Şerekî nû yê teknîkê ye. Hêzeke ji her derê aniye beşdarî vî şerî kirine. Ji axaftina van kesan tê fêmkirin, ku yên vî şerî dikin kêmî wan Sûriyeyî ne. Weke tê zanîn her welatekî Ereb xwedî devokeke cuda ya Erebî ye. Li gorî agahiyên ji em re hatine ragihandin; ji erebiya wan ên bi rêya cîhazên bêtêlê tê fêmkirin ku piraniya wan ji welatên derve hatine. Her wiha ji Ewropa û DYA jî beşdariyek zêde li nav refên wan çê bûye. Hejmara kesên di nav wan de bi Îngilîzî diaxivin kêm nînin. Yanî weke rêxistineke çete ya navneteweyî hemû hêza xwe komî ser hev kiriye û bi ser Kobanê ve diçin. Pêwîste tevahiya hêzên demokratîk û gelê Kurdistanê li ser vê rewşê bifikirin û bêjin, "Ev çeteyên ji çar aliyên cîhanê hatine berhevkirin, li pêş çavên me êrîşî Kobanê dikin. Em çawa dikarin lê temaşe bikin?" Pêwîste her kes vê pirsê ji xwe bike.
Di vir de dixwazim vê yekê destnîşan bikim, ku ev êrîş ne tenê êrîşa DAIŞ'ê ye. Ev êrîş di çarçoveya projeyekê de tên kirin û ev proje jî projeya hevpar a AKP û DAIŞ'ê ye. Belê, hevkarên hev in û ev plan bi hev re çêkirine. Binêrin, min berî 5 rojan daxuyaniyek dabû. Min got ku di vê planê de Tirkiye heye yan tineye, mijareke bi guan e. Ji ber ku dihat gotin ku ji çeteyan re cebilxane tê şandin. Dihat gotin, "Tren berî bigihêje Til Ebyadê li gundekî Ereb disekine û ji trenê di sandoqan de cebilxane tê daxistin". Her wiha agahî dihat ku ji Heleb û cihên derve şervan bi trenan dibirin Til Ebyadê. Îdîayên wiha bûn. Eger ne wisa ye, divê Tirkiye bi awayekî baweriyê bide daxuyaniyekê bide, aşkera bike. Bêguman Tirkiyeyê tiştek negot. Lê belê ev pênc roj derbas bûne û ji bo me ti şik û guman nemaye. Ji ber ku îspat bû ku di vê planê de AKP jî heye. Dewleta Tirkiye jî heye. Yanî ev ji bo me tiştekî mutleq e. Yanî bila kes nebêje, "ji ber ku di heman demê de konsolosê Tirk hatiye berdan tu wiha dibêjî." Na. Îspat û delîlên me yên din jî hene.
Beriya her tiştî hewldanên Tirkiye û DAIŞ ji bo xistina Kobanê ye. Piştî vê wê Tirkiye pêşniyara herêma tampon pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bike û li nava Sûriyeyê herêmeke tampon ava bike. Ev ji aliyê DAIŞ ve jî hatiye pejirandin. Ev peymanek di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de hatiye morkirin e. Tirkiye ev 3 sal in li dijî kantonên Rojava şer dike. Berê jî Tirkiye gotina tampon xistibû rojevê lê Neteweyên Yekbûyî red kiribû. Niha vê carê bi xistina Kobanê re dixwaze careke din vê ferz bike. Plan li ser vê esasê hatiye çêkirin û Tirkiye ji bo vê hewl daye.
Yanî mesela, li hemberî DAIŞ ji bo ku li aliyê eniya Ezazê Kurd û hêzên artêşa azad û el Nûsra eniyeke nû çê neke, Tirkiye ket navberê, el Nûsra û hin hêzên din ji wir derxist. Wekî din PYD'ê, bi awayekî fermî ji Tirkiyeyê xwest, ku bihêle ew 100 kes ji Qaşimlo di ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanê bike ji bo piştgirîdayînê. Lê mijûl kir, sergerandin kir û bersiv neda vê daxwazê. Dîsa li ser sînor Tirkiye êrîşî gel dike ev du roj in. DAIŞ li Pirsûsê, li Bêrecûkê hat, hemû gundên Kobanê keşif kir û bi vî rengî plana xwe xist meriyetê. Yanî ev tiştekî hevbeş ê DAIŞ û dewleta Tirk. Gelê me bi taybet pêwîste vê baş bizanibe.
Niha rayedarên dewletê dibêjin, "Me bazarî kirine, serbestberdana xebatkarên konsolosiyê serketina dîplomatîk e." Binêrin dîlgirtiyên konsolosiyê di 20'ê Îlonê de hatin berdan. Li gorî vê planê wê DAIŞ di 20'ê Îlonê de biketibûya nava bajarê Kobanê. Ji xwe DAIŞ 8 kîlometre nêzî bajêr bû konsolos li Til Ebyadê hat teslîmkirin. Yanî esas, di berdêla xistina Kobanê de DAIŞ'ê qebûl kiriye ku Konsolos radest Tirkiyeyê bike. Raste takas nekiriye, lê xiyanet li Kurdan kirine. Yanî mirov dikarin bêjin ku DAIŞ'ê di berdêla xistina Kobanê û qetilkirina gelê Kurd de berdana 49 dîlgirtiyan qebûl kiriye. Lê divê ew bizanibin ku Kobanê ne ya wan e, Kobanê ya Kurdan e û ew nikarin bifiroşin. Ji ber vê yekê ev tiştê pêk hatiye ne weke Erdogan gotiye ne serketina dîplomasiyê ye, rezaleta dîplomasiyê ye. Niha Tirkiye pîrozbahiyê dike, lê Kurd di şînê de ye. Ev qutbûnê nîşanê dide. Dewleta Tirk careke din xiyanet li gelê Kurd kir. Raya giştî ya cîhanê bi şêweyekê bê wijdan bi bêdengî li rewşê temaşe dike. Kî ji xwe re bêje ez mirov im nikare xwe li vê rewşê rabigire. Ji bo Kobanê bikeve, ji bo komkujî li vir bê kirin, Tirkan peyman mor kirine.
Li pêşberî vê yekê, çapemeniya Tirk a ku qaşo xwe weke dijberê AKP'ê nîşan dide jî dibêjin, "Rizgarkirin û azadkirina 49 kesan ji her tiştî girîngtir e". Çawa ji her tiştî girîngtir e? Gelo ma bi tenê yê we can e? Canê Kurdan ne can e? Hûn 49 kesan azad dikin, lê belê bi deh hezaran kesî bi komkujiyê re rû bi rû dihêlin. Ev demokrasiyeke çawa ye, ev mirovahiyeke çawa ye! Ji vê rewşa tê jiyîn bi rastî jî wicdanê mirovan xwe lê ranagire. Li dijî vê komplokarî û rûreşiyê çi Tirk, çi Kurd, çi Ereb, çi Fars, çi Elman çi jî Amerîkî, kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' nikare xwe li vê rabigire. Dewleta Tirk bi awayekî vekirî peyaman "Bila Kobanê bikeve û li wir komkujî pêk were" peyman mor kiriye û tifaq pêk aniye. Hewl didin vê rewa nîşan bidin, lê ev ne rewa ye. Ev tiştekî li derveyî mirovahiyê ye. Bêbextî ye. Divê gelê me berî her tiştî vê baş bizanibe. Cîhan jî li vê temaşe dike. Wê heta kengî lê temaşe bikin, em nizanin.
We helwesta dewleta Tirk nirxandin, gelo ev helwest wê bandoreke çawa li pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê bike?
Piştî ku ev sekna dewleta Tirk li Kobanê aşkera bû, ev pêvajo bêwate bû. Min berî pênc rojan got wê Kobanê bibe eynika dewleta Tirk. Di vî şerî de wê zelal bibe ku dewleta Tirk çiqasî bi pêvajoya çareseriyê ve girêdayî ye, çiqasî samîmî ye, wê diyar bibe. Nuqteya duyemîn a zelal bibe jî; bi rastî dewleta Tirk wê bi DAIŞ'ê re ji niha û pê ve eleqeya xwe dewam bike yan na. Her du jî zelal bûn. Dewleta Tirk di mijara çareseriyê de ne samîmî ye. Ditirse ku kantonên Rojava ji bo Bakur bibe nimûne. Ev sê sal in ji bo têkbirina van kantonan têdikoşe. Nuqteya din jî; li gel zexta hêzên navneteweyî jî Tirkiye dixwaze eleqeya xwe bi DAIŞ'ê re dewam bike.
Dixwazim hişyar bikim; Ev pêşniyara tampon a Tirkiyeyê, pêşniyara ji bo tinekirina şoreşa Rojava, ji bo şikandina îradeya gel e. Pêşniyara ji bo xerakirina pêvajoya çareseriyê ye. Pir tiştekî xetere. Rûyê dewleta Tirk aşkera bû. Divê gelê me vê baş bizanibe, aştîxwaz, demokrasîxwaz, her kesên dixwazin ev pêvajo bi ser bikeve, hem xelkê Tirkiye hem jî gelê me, rastiya AKP'ê bibînin. Ev dewlet ji bo Kurdan durûye, ne samîmî ye. Em ê çawa bi vê re biçin çareseriyê. Ji ber vê ev pêvajo ji bo me bêwate bûye. Ya rast, bi dawî bûye. Ji bo dewamkirina pêvajoyê gotina dawî wê Serok Apo bêje. Em niha li benda gotinên Serok Apo yên dawî ne. Bi esasî dewleta Tirk jî bi van êrîşên li ser gelê Kobanê û li ser gelê Pirsûsê ev pêvajo xera kir. Şer îlan kir, ev îlana şer e. Binêrin ev du roj in li Pirsûsê çima gazê diavêje, fîşekên rastî diavêjin? Çima ewqasî hovane nêz dibe? Ma ne li ber lingê wan mirovê wan li Kobanê bi qetlîamê re rû bi rû ne. Mirov nikarin hinekî nerm, însanî nêz bibin? Kar in. Lê ji ber ku soz daye DAIŞ'ê bi polîs û leşkeran êrîşî vî gelî dike. Ev ne şer be çi ye? Tiştê dewleta Tirkiye, AKP'ê kiriye, pir zelal e. Berçav e. Piştgiriyê didin DAIŞ'ê. Dixwaze DAIŞ Kobanê bigire, bikeve, tasfiye bibe, qetlîam bibe û wisa ew jî karibin projeyên xwe li ser Rojava û li ser Sûriyeyê pêk bînin. Lê weke Kurd divê em êdî vê bibînin.
Bila dewleta Tirk û rêveberên AKP'ê me mîna cahilan nebînin. Rêya ku ew tê re derbas dibin, em jê hatine. Bi van şêwazê xapînok, em nikarin mijarên esasî çareser bikin. Bi fikrê tucarî, dibêje me bazar kiriye. We bazara çi kirine, we çi dane wan, de ka bêjin. Qetilkirina Kurdan erê kirine. Çeteyên DAIŞ'ê guleyan li mirovên li Bakurê Kurdistanê direşînin, leşkerên Tirk jî xwe vedişêrin. Kanî em welatiyê hev bûn? Werin welatiyên xwe biparêzin. Lazime Kurd hemû zanibin dewleta Tirk me weke welatiyên xwe nabîne, me weke koleyê xwe dibîne. Eger xatirê Kurdan li cem dewleta AKP'ê hebûya, wê hinekî bala xwe bida Kobanê jî. Bila kes nebêje, deriyê xwe vekirin. Vekirina derî jî projeyeke. Ji xwe dixwazin bixînin, ji bo wê derî vekirin. Derî ne ji bo hezkirin, ji bo erkek mirovatiyê ye. Ev jî beşek ji projeyê ye. Ji bo Kobanê bikeve, ku YPG nikaribe tê de şer bike û bi vî rengî karibin bi her şêwazî lêxin. Ne ji bo alîkariyê ji bo xistinê ev yek kirin. Ev tiştekî aşkera ye.
Bi kurtasî ev hewldanên hikûmeta AKP'ê pêvajoya bakur jî xist xeterek mezin. Û esas di aliyê xwe de weke şer îlan kir. Hewceya vê bi şîroveyeke nû heye. Ez bawerim rêveberiya hereketa me, serokatiya me wê vê rewşê şîrove bike. Lê weke saziya HPG'ê ji bo êdî pêvajo bê wate bûye. Ji bo gelê me jî rewş bi heman rengî ye. Ez bawerim hemû saziyên Kurdistanî jî wê rewşê wiha binirxînin. Li ser Kobanê her rê digirin, lê ji bo DAIŞ'ê rê vedikin. Gelê me yê dixwaze biçe alîkariyê, bi ser de diçe lê dixe.
Tê gotin ku li Kobanê komkujî hatiye jiyîn, gelo Şengaleke duyemîn hatiye jiyîn? Her wiha tê gotin ku bi sedan gerîlayên HPG'ê derbasî Kobanê bûne, ev rast e?
Dema mirov li bûyerên heta niha qewimîne temaşe bikin, mirov nikarin bêjin ku Şengaleke duyemîn hatiye jiyîn. Lê belê ew xeterî hînê bi temamî ji holê ranebûye. Ji ber ku niha li wir hêzên YPG'ê bi qedeme şer dikin û gel di nav lepên wan çeteyên hovane de nehiştin. Yanî li wir hêzên parastina gel gel diparêze. Ji bo wê heta niha wisa tiştê em dizane bi rengekî komkujî yan jî wisa esîrgirtina gel pêk nehatiye. Agahî heye li cihekî 29 kes dibe hatibe girtin. Yanî di vê wateyê li vir bi qedeme paşvekişandin û gel derxistin heye. Li gorî me, ji qada şer gelderxistin ne şaş e. Ji bo parastinê bi şêwayekî qedeme paşdekişandin ne tiştekî şaş e.
Ev çend roj in di çapemeniyê de gelek agahî û nûçeyên şaş tên weşandin. Berî her tiştî Kobanê seha xwe deşt e. Û li hemberî wê Rihayê, tê zanîn deşt e. Yanî ji Mêrdînê heta Kobanê 200 km deşt e. Ji bo wê yanî derfet nîne ku mirov refên gerîla bişînin wir. Û dewleta Tirkiyeyê jî ne mimkun e, rê bide tiştekî wisa. Yanî pirsgirêka mezin çiye ji bo Kobanê? Ne weke Şengalê ye. Mîna Şengalê bûya me dikarîbû hêzên HPG'ê bişanda û meyê bişanda. Her cihê Başûrê Kurdistanê pêwîstî hebû me gerîla şand. Lê mixabin ji ber şertên fîzîkî yanî şertên cografya em nikarin heman tiştî li Kobanê bikin. Ji xwe pirsgirêka herî cidî jî ev e. Ger ku erazî dest bida, gerîla bikarîba xwe bigihanda Kobanê qet pirsgirêk nedibû. Lê erazî dest nade. Ji ber vê ti çûyîna HPG'ê nebûye. Ew nûçeyê bi vî babetî ne rast e, derew e. Çi çûyîna pêşmerge jî nîne, ji xwe Wezîrê Pêşmergeyan ê Herêma Başûrê Kurdistanê jî ev aşkera kir ku kes neçûye. Rast gotiye. Ji xwe ji bo ku biçe divê Tirkiye rê veke. PYD'ê bi xwe ji Tirkiyeyê xwest ku 100 kes ji Qamişlo bişîne Kobanê lê Tirkiyeyê red kir. Ji çar alî ve dor li Kobanê girtine, aliyekî Tirkiyeyê girtiye. Ji bo têk bibin. Dema em dibêjin pirsgirêk cidî ye ji ber vê yekê em dibêjin cidî ye. Ger me weke gerîla karibûya piştevanî bikire, wê qet pirsgirêk nebûya. Lê şertê cografya wisa ye. Tirkiye rê nade sivîlan jî, wê çawa rê bide gerîla.
Niha rewş wisa ye. Lê hêzên parastinê yên li wir hêzên YPG niha li wir li ber xwe dide. Vaye ev sê roj in pêşveçûna DAIŞ sekinandin. Bi rastî ew li wir destanan ava dkin. Û li hemberî wan tankan, wan teknîkan bi îradeya însanan şer dikin. Bi îrade û aqlê însan şer dikin. Careke din em wan silav dikin. Ew qehreman ew keç û xortên Kurd şeref û rûmeta Kurd diparêzin û bi Egîdî li wir şer dikin. Ev baweriyê dide mirov ku ev egîdên wisa 8 roj in şer dikin, bi qedeme qedeme carna paşve tên jî, lê dem dem êrîş dikin bi pêş ve diçin. Taktîk dimeşîne. Vana wê biser bikevin. Hinek nûçeyên din hene dibêjin nizanim çiqas kes şehîd ketine, ne wisa ye. Ji xwe heta duh daxuyanî aşkera hat dayîn 27 şehîd hebûn, duh êvarê jî 2 şehîd hene heta niha YPG 29 şehîdên xwe hene. Ji xwe eger bi korkî şer bikira mimkune windahiyên xwe zêde bûna. Rast e hinek paşde tê lê li ser xwe hekîm e. Lazime gelê me bi vê bawer bike. Ew ne li wir belavbûnekê, xofekê dijîne. Na. Ew hesab dikin ku bi çi rengî DAIŞ'ê bikşînin nava xwe û di wir de derbê lê bixin, dikin. Li gorî me bihîstî, ji aliyê Serêkaniyê ve jî YPG tevgereke berfireh, mezin li ser DAIŞ'ê bi pêş xistiye. Ev tevger duh êvarê destpê kiriye û bi pêş ve diçe. Aşkera ye şerê di navbera YPG û DAIŞ'ê wê dewam bike û berfireh bibe. Her çiqas bi zexta Tirkiye eniya Ezaz û Babê hat qelskirin, lê hêzên Kurd ên li wir hem yê YPG hem jî yê El Ekrad û hin hêzên artêşa Azad bi şêwazê gerîla li hemberî DAIŞ'ê şer dikin. Dibe ku li gelemperiya Rojava şer bi pêş bikeve. Em dibînin ku YPG planeke wisa bi pêş dixe, dixe jiyanê. Bi vê planê re armanc ne astengkirina xistina Kobanê ya ku ji aliyê DAIŞ û AKP'ê ve hatiye plankirine, armanca vê planê rizgarkirina Til Ebyad e. Yanî hesabên bi vî rengî hene.
Ez vê aşkera bêjim; Ev nûçeyên duh hatin weşandin ku digotin 600 kes derbasî Rojava bûye, hin ji van yên PKK'ê ne, ev nûçe MÎT a Tirkiyeyê belav kiriye. Dezenferasyon e, ne rast e. Nahêle kes biçe. Tiştekî wiha nîne. Li wir ciwanên Kobanê li ber xwe didin û bi tenê li ber xwe didin. Ciwanên Kobanê yên şer dikin ji xwe şer dikin. Yên ku tevî malbatê derbasî Bakur bûn bang li wan dikim vegerin cih û warên xwe, vegerin Kobanê. Rast e dewleta Tirk asteng dikin, lê rêyekê bibînin vegerin. Li cem YPG'ê cih bigirin. Hûn nikaribin şer bikin jî mewziyan bikolin, nan ji wan re bibin. Binêrin DAIŞ sekinandin. Lê sekinandin ne bese, divê ji niha û pê ve tevger çê bibe. Divê çete ji Kurdistanê were derxistin, ji bo vê jî divê hûn beşdar bibin.
Bang li tevahiya gelê Rojava dikim. Li dîroka xwe xwedî derkevin. Çûyîna mirovên îxtiyar li aliyê din ne şaş e, lê belê keç xort vegerin. Êdî dem hatiye em pêngava li hember bikin. Lazim e Tirk baş bizanibe, çeteyên DAIŞ baş bizanibe Kobanê bi destê Tirkiyeyê, bi destê DAIŞ'ê nakeve. Lazim be wê Kobanê bibe Stalingrad. Pêwîst be wê mal bi mal têkoşîn bê dayîn. Ez bawerim wê berxwedana dîrokî li meydana Kobanê wê dewam bike. Berxwedana 8 rojan temînata berxwedana dema pêş e. Eger gelê me jî weke me got piştevaniyê bike, em ê bi ser bikevin. Ev mumkun e. Eger ciwanên Kobanê îro sibê rola xwe bilîze, her in beşdar bibin, hejmar zêde bibin, wê bi ser bikevin. Banga min ji bo hemû ciwanên Kurdistan bi taybetî ji ciwanên Kobanê û Bakurê Kurdistanê ew e ku beşdarî Kobanê bibin, berxwedana Kobanê xurtir bikin. Ev berxwedan wê bi ser bikeve. Em bi vî rengÎ hêvî dikin. Berxwedana heta niha ev hêviya me zêde kiriye. Bila kes ne li bendê be ku gelê Kurd wê li hemberî van hovîtiyan paşve gavan biavêje. Meşa azadiyê ya gelê Kurd wê bi ser bikeve.

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket