Ji bo kongireya Kurdî Damîrtaş gihît Emerîkayê

kurdistani 03:44 PM - 2014-09-23
Selehedîn Demîrtaş û Salih Muslim

Selehedîn Demîrtaş û Salih Muslim

Serokê Partiya Gelan Selahdîn Damîrtaş ji bo beşdarîkirina li kongireyekî Kurdî gihîşte Emerîkayê.

Her weha di wê barê de, nusîngeha navendî ya Partiya Demokrata Gelan di belavokeke xwe li Enqerê weşandiye û PUKmedia`yê jî ew belavok şopandiye ku tê de dibêje wê di roja 26--9-2014`an de, wê kongireyeke Kurdî li Emerîkayê bête li darxistin di bin navîşana Kurd û rastiyên nûh di Rojhilata Navîn de birêve diçe. Weê serokê Partriya Demokrat a Gelan Selehedîn Demîrtaş beşdarî wê kongirê dibe û ji ber wê yekê jî, îro ew gihîşte Emerîkayê.

Her weha di wê belavokê de hatiye gotin ku herdu serkirdeyên Kurd Selahedîn Demîrtaş û SalihMuslim ji bo beşdarîkirina li wê kongirê û pêşkêşkirina gotarên xwe taybet bi rewşa doza Kurdî, bi awayekî fermî hatine vexwendin, lê ji ber nebûna vîzaya Dalih Muslim, ew nikare herê Emerîkayê û wê tenê bi riya vîdyoyê beşdarî wê kongirê bibe.

Wê di wê serdana xwe bo Emerîkayê, Selehedîn Demîrtaş dê digel hejmereke ji berpirsên Emerîkî di wezareta derveyê de hevdîtinan pêk bîne û wê li ser gelek mijarên girîng gotûbêj bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket