Enwer Muslim: Em ê berxwedana Kobanê mezin bikin
kurdistani 03:21 PM - 2014-09-23Enwer Muslim: Em ê berxwedana Kobanê mezin bikin
KOBANÊ- Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim da zanîn ku ji îxtiyar heta ciwanan hemû Kobaniyî tevlî berxwedanê bûne û got, "Em ê berxwedana xwe bi gelê xwe, jin û ciwanên xwe re mezintir bikin. Ya bi serbikeve wê Kobanê be."
Berxwedana Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di roja 8. de dewam dike. Ne tenê şervanên YPG/YPJ'ê di serî de rayedarên kantonê, tevahiya gelê Kobanê li eniya şer e.
Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim, nûçeyên li ser koçkirina gel derewand û destnîşan kir ku welatiyên Kobanê li dijî çeteyan, bi hêzên YPG û YPJ'ê re li eniya şer li ber xwe dide.
Muslim got, "Şerê em dimeşînin şerekî demdirêj e. Ji biçûk heta mezinan îxtiyar-ciwan-jin hemû welatiyên kobanê li vir ji bo şer amade ye. Me xwe ji bo şerekî demdirêj ê li dijî DAIŞ û hêzên ji wê mezintir amade kirine."
Serokwezîr Muslim got, "Ev berxwedana mezin a ciwanên Kobanê wê dîrokê binivîsîne. Gotin têra bilêvkirina lehengiya şervanên YPG'ê nakin. Ew dewama Emîrxan, Şêx Seîd, Îhsan Nûrî Baş, Qazî Mûhammed, Mele Mûstafa, Mazlûm Dogan û Kemal Pîr ên navê xwe li dîroka Kurd nivîsandin e." Muslim ragihand ku şerê wan ê li Kobanê dewam dike û hêza ew li dij şer dikin hêzeke ku xwedî piştgiriya dewletên navneteweyî ye.
Muslim bi vî rengî axaftina xwe dewam kir: "Lê belê tevî van hemûyan jî ya bi ser bikeve wê Kobanê be. Em ê ti carî ji Kobanê dernekevin. Em ê berxwedana xwe bi gelê xwe, bi jin û ciwanên xwe, mezintir bikin."
Serokwezîr Enwer Muslim rexne li hêzên Kurdistanî kir ku heta roja îro desteka wan a ji bo Kobanê gelekî qels maye û got, "Ne bi daxuyaniyan, divê her kes di pratîkê de destekê bide."
Enwer Muslim bibîr xist ku hêzên navneteweyî li Parîsê peymanek mor kirine û got, "Di peymanê de hatiye destnîşankirin ku DAIŞ ne tenê li hemberî Rojava wê li dijî Rojhilata Navîn û piştre jî tevahiya cîhanê hedef bigire û bi vî rengî biryara destwerdana li DAIŞ'ê hatiye wergirtin. Tevî ku êrîşên giran li hemberî Kobanê jî dikin, gelo çima destekê nadin? Berî dereng bikeve, divê ya pêwîst bê kirin. Lewma divê hemû dewletên navneteweyî yên tevlî peymanê bûne û DAIŞ weke dijmin ragihandine; DYA, Fransa, Îngilîstan, Rûsya, Tirkiye ji aliyê pratîkî ve destekê bidin YPG'ê. Ji bo jiyaneke biratî û aştiyane ya li cîhanê, divê em DAIŞ'ê ji herêmê ji Rojhilata Navîn biavêjin, herêmê ji wan paqij bikin."
PUKmedia-Anha
hewal ziyatr
-
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
09:39 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
Talebanî daxwaza rakirina dorpêça li ser firokexaneya Silêmaniyê dike
12:06 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
Serok Bafil: Binpêkirina mafên rojnamevanan hereşeyek rastî ye bo navûdengê Herêmê
03:12 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Erdogan gihîşt Bexdayê û fireksiyona YNK daxwaza rakirina qedexeya li ser firokexaneyê dike
Êraq 12:36 PM - 2024-04-22 -
Serok Bafil: Binpêkirina mafên rojnamevanan hereşeyek rastî ye bo navûdengê Herêmê
Kurdistan 03:12 PM - 2024-04-22 -
Serok Komarê: Em piştgiriya xwe ji bo rojnamegeran nû dikin
Êraq 10:19 AM - 2024-04-22 -
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
Êraq 03:59 PM - 2024-04-22 -
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
Kurdistan 09:39 PM - 2024-04-22 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
Kurdistan 10:48 PM - 2024-04-22 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23