Kobanê: Endamekî serkirdeyetiya Partiyekî Kurdî birîndar bû

kurdistani 03:05 PM - 2014-09-23
Duh li bajarê Kobanê, di encama çerê li dijî çekdarên DAIŞê de, serkirdeyekî partiya Semokrata Kurdê

Duh li bajarê Kobanê, di encama çerê li dijî çekdarên DAIŞê de, serkirdeyekî partiya Semokrata Kurdê

Duh li bajarê Kobanê, di encama şerê li dijî çekdarên DAIŞê de, serkirdeyekî partiya Semokrata Kurdê Sûrî birîndar bû.

Di wê barê de, nûnerê Partiya Demokrat a Kurdê Sûrî yê Herêma Kurdistanê Hoşeng Dewîş ji PUKmedia`yê re ragihand: Endamekî Komîteya Navendî ya Partiya me Partiya Demokrat a Kurdê Sûrî rêzdar Kêlo Îsa di encamê şer de birîndar bûye.

Her weha Hoşeng Derwîş ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku piştî birîndarbûna endamê serkirdeyetiya partiya wan li Kobanê rêzdar Kêlo Îsa, ew ji bo nexweşxaneya Ruhayê hat şandin û niha di bin kontirola dermankirinê de ye.

Derwîş dazanîn ku wî îro bi riya telefonê li saxlemiya endamê Komîteya Navendî ya partiya wan pirsiye û ji ber nelibariya rewşa wî ku di bin kontirola demankirinê de bû, nikariye bi temamî çawaniya birîndarbûn û rastiya ku li wir birîndar bûye wek agahî bi dest nexistiye.

Hoşeng Derwîş dazanîn ku ne tenê ev endamê serkirdeyetiya partiya wan e ku berevaniyê li axa xwe dikin, gelek ji serkirdeyên wan li ser di amadebaş de ne û wê li hemberî êrişên lli dijî DAIŞê tevbigerin û berevaniyê li axa Kobanê bikin.

Hêjayî gotinê ye ku ev bêhtir ji hefteyekê ye ku rêxistina terorîst ya DAIŞê bi awayekî hovane dest bi êrişên xwe yên terorîstî li dijî gundên Kantona Kobanê li Rojavayê Kurdistanê û di encama wan êrişên hovane de, bêhtir ji 60 gundî ji xelkên sivîl hatin çolkirin û bûne meydana şer di navbera çekdarên çeteyên serr bi DAIŞê û hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê. Her weha ji ber top û guleyên tank û muşekên DAIŞê, bêhtir ji 70 hezar kurdên sivîl koçberî Bakurê Kurdistanê bûne û îro jî firokeyên cengî yên Emerîkayê 18 cihên leşkerî yên DAIŞê sane ber qazanan.

PUKmedia-Hozan Efrînî

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket