Emerîka di axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê 18 caran li DAIŞê da
kurdistani 11:56 AM - 2014-09-23Emerîka di axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê 18 caran li DAIŞê da
Îro hêzên ezmanî yên Emerîka û hevpeymanên wê li dijî DAIŞê, di axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê 18 caran li DAIŞê dan.
Wek hat ragihandin ku firokeyên cengî yên Emerîkî û welatên hevpeyman ku di nav de, Urdin, Siudiye, Qeter jî hene, 18 caran cihên leşkerî yên rêxistina Terorîstî yên DAIŞê bombebaran kirine.
Her weha li gorî jêdereke agahdar ku nexwest navê xwe aşkire bike, taybet ji PUKmedia`yê re ragihand ku îro roja sêşemê 23-9-2014`an di dema berbangê sibê de, firokeyên Emerîka û hevpeymanên wê, dest bi êrişên ezmanî li dijî bingeh û cihên DAIŞê mkirin, di encama êrişên vê berbangê roja sêşemê, 23-9-2014`an, yên Emerîka û hêzên hevpeymanî ve, 18 cihên girîng yên DAIŞê hatine bombebarankirin û rûxandin.
Wê jêderê derbarê lêdana cihên leşkerî yên ku bûne armanca hêzên hevbeş yên navnetewî wiha dazanîn: Ji wan jî, 7 caran li bajarê Reqayê dane ku avahiya parêzgeha Reqayê û bendê pişkinîna li rojavayê bajêr û orugeha Tala`êyê li başûrê bajêr û avahiya ewlekariya leşkerî li nêzîkî nexweşxaneya nîştimanî bûne armanca wan lêdanan.
Her weha 3 caran li firokexaneya Reqê û derdora wê li rojhilata Tebqayê dane. 3 caran jî li bajarê Girê Sipî û bajarokên li bakaruî Reqayê dane, 3 caran jî li cihê lîwayê 93 û derdora wê ya Eyn Îsayê dane û heya niha jî wek tê gotin ziyanên canî di navbera xelkên sivîl de tune ne.
Wê jêdera agahdar aşkire kir ku ev êriş piştî serkeftginên li ber çav ji aliyê hêzên YPG`ê li dijî komên çete pêkhatin û sekeftinên li ser sînorê Girêsipî ji aliyê Serêkaniyê ku nêzîkî navçeya Silukî ya stratîjîk, êrişên Emerîkayê, wê bibe alîkar ku êdî Girê Sipî jî ji çete û terorîstan bête rizgar kirin.
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25