YPG: Di nav hefteyekê de 232 çete hatin kuştin

kurdistani 08:17 PM - 2014-09-22
.

.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê encamên şerê hefteyekê yê li Kobanê aşkera kir. Li gorî vê yekê di şerê ji ber êrîşa çeteyan de 232 çete hatine kuştin, hejmareke zêde çekên çeteyan hatine rûxandin û desteserkirin. Di berxwedana hefteyekê de 32 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di pevçûneke li Rebîa de 10 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê bîlançoya hefteyekê ya berxwedana li Kobanê bi raya giştî re parve kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê dane destpêkirin di roja 7. de bi hemû dijwariya xwe dewam dike û hat destnîşankirin ku bi saya berxwedana bêhempa ya hêzên YPG/YPJ'ê li her sê eniyên şer ên Kobanê, pêşveçûna çeteyên DAIŞ'ê hatine sekinandin.
Navenda Ragihandinê diyar kir ku di navbera hêzên YPG û çeteyên DAIŞ'ê yên bi çekên giran êrîş dikin, li sê eniyan şer û pevçûn bi dijwarî dewam dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pevçûnên gundên Ayn Betê, Quşlê, Xirxiriyê, Seylim û Kofî yên li rojhilat û başûrrojhilatê Kobanê bi awayekî dijwar dewam dikin. Çeteyan îro serê sibehê ji ser gundê Çemalî yê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê hewl dan êrîş bikin. Dîsa hêzên me li hember çeteyan cih cih çalakiyan jî lidar dixin. Di pevçûn û çalakiyên duh şev hatine jiyîn de bi dehan çete hatiye kuştin. Di yek ji van çalakiyan de encam hatiye zelakirin û li gorî vê yekê 5 çete hatine kuştin, 1 doçkaya 14.5 û 1 doçkaya 23 hatiye rûxandin. Di berxwedana li eniya rojhilat de 5 rêhevalên me bi lehengî gihaştine şehadetê."
Navenda Ragihandê da zanîn ku li gundên Bobaniyê û Dualanê yên li rojavayê Kobanê jî êrîşên çeteyan zêde bûne û di encama bersiva tund a hêzên YPG/YPJ'ê de pêşveçûna çeteyan hatiye sekinandin. Hat diyarkirin ku di şerê li vir de jî bi dehan çete hatine kuştin.
HEJMAREK ZÊDE ÇEK Û CEBILXANE HATIN DESTESERKIRIN
Di daxuyaniya navendê de hat diyarkirin ku li eniya başûr jî pevçûn bi hemû dijwariya xwe dewam dikin û hat gotin: "Di şer û pevçûnên hefteyekê yên ji ber êrîşa çeteyan de, ji bilî encamên ne diyar ên 17 çalakî û çalakiyan, 232 çete hatine kuştin. 4 tank, 7 jê bi doçka giştî 20 wesaît, 7 doçka û hawanek a çeteyan hatine rûxandin. 17 çeka klêş, 2 çeka M16, 1 topa hawanê, 1 çeka BKC, 1 bombeavêja B7, 1 dûrbîn û 7 rextê çeteyan jî hatiye desteserkirin."
YPG'ê da xuyakirin ku di şerê hefteyekê de bi giştî 32 şervanên YPG/YPJ'ê 'di encama berxwedaneke lehengî û fedaî de' jiyana xwe ji dest dane.
OPERASYONA LI SERÊKANIYÊ BI SERKETÎ DEWAM DIKE
Di dewama daxuyaniyê de der heqê şer û pevçûnên ji duh û vir ve hatin jiyîn de ev agahî hatin dayîn:
"Di êvara 21'ê Îlonê de hêzên me li ser herêmên Rawya, Dehma û Mebruka yên li başûrê Serêkaniyê operasyonek destpêkirin. Di operasyonê de hêzên me beşêk mezin a bajarokê Mebruka ji çeteyan azadkirin û operasyon bi awayekî serketî berdewam dike. Di der barê operasyon û encamê vî de piştra ji rayagiştî re agahiyên berfireh werê parvekirin.
Roja 21'ê Îlonê çeteyan DAIŞê xwestin li dijî navçeya Rabîa ya girêdayî Mûsil êrîşek lidar bixin. Êrîşên çeteyan hatiye paşvexistin. Di pevçûnên hatin jiyîn de 10 çete hatiye kuştin. Di pevçûnan de Rêhevalekî me bi lehengî şer kir û gihaşt şehadetê.

PUKmedia-Anha

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket