Rewşenbîrên Kurd: Bila aliyên Kurdî li ser parastina Şengal yekbigrin

kurdistani 05:32 PM - 2014-09-22
Rewşenbîrên Kurd: Bila aliyên Kurdî li ser parastina Şengal yekbigrin

Rewşenbîrên Kurd: Bila aliyên Kurdî li ser parastina Şengal yekbigrin

Di rewşa dawî ya li Rojava û Başûrê Kurdistanê de, gelek buyerên necur bi ser xelkên me yên herdu aliyên Kurdistanê ve biserhat, yek ji wan yên li Başûrê Kurdistanê bi serhatiye, xelkê me yê Şengala pîroz e, her weha li Rojavayê Kurdistanêm jî, li bajarê Kobanê û derdora wê, ev bêhtir ji salekê ye di bin dorpêçkirina çeteyên DAIŞê de ye û îro jî bû bi dirûmek ji bo xwerina terorîstan mîna Şengalê, lê ew li wan bû, bi jehir û jale û nikarîn bixwin.

Ji bo naskirina nakokî û hinek neliheviyên ku li Şengalê di navbera hêzên li ser erdê yên Kurdî derketibûn, me wek PUKmedia`yê xwest bi nêrîna rewşenbîran rêportajekê li ser wê deverê pêşbixin û ev raport di wê barê de hat amadekirin.

**Bavê Narîn yek ji endamên rêvebir yê Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê di bare rewşa Şengalê û pirsgirêk û aloziyên ku div ê dema buhrî de derketine hole, wiha ji PUKmedia`yê re pê de çû: Me hemiyan dît, ji destpêka dagîrkirina Şengalê, çawa hêzên YPG û YPJ`ê bi hawara birayên xwe ve li Şengalê, bê dudilî çûn. YPG û YPJ, ku nav û lehengiya wan di şer û êrîşên DAIŞê de li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê, afsaneyên dîrokî nîgar kirin, her wisa jî gerîlayên PKK dîtin ku erkeke netewîye ku berevaniya Başêrê Kurdistanê bike û hemû bi hev re bi hawara xelkên Şingalê ve çûn û rêçeke azad bo mirovên li ser çiyê ji sitemkariya çeteyan koçber bûn, vekirin, û bi sedan jin..pîr ..zarok rêzgarkirin û ew gihandin Rojavayê Kurdistanê û kampeke bi nave Newroz ji wan re amade kirin û bi hezaran îro tê de bi xwedî dibin, qelenê rêzgarkirina wan, hêzên YPG û YPJ bêtirî 40 Şehîdî danîn, pişre ku çeteyan berê xwe dane Mexmûrê hingî Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê  û bi alîkariya Emerîka daketin bo parastina Mexmûr û berdana çeteyan, û hêzên kurdî ji hersê parçeyên din digel pêşmergryên Başûr hêzeke hevbeş bo parastin û berevaniya xaka Kuristanê bikin, ava kirin.

Di berdewamiya axiftina xwe de, Bavê Narîn bi zelalî nêrîna xwe ya li ser spaskirina erkên YPG`ê û Gerîlayên PKK`ê anî ser ziman û got: Me hemiyan dît û ji devê gelek berpirsên Pêşmegan û dîwana Mîr Tehsîn, û her weha ji Qasimê Şeşo jî, sipasiyê gerim û zelal der heqê lehengiya YPG û YPJ û Gerîlayên PKK me bihîst. Lê mixabin piştî ragihandina Koça spî ya Emerîka û serokê wê Obama, her weha çend welatên Ewropî ku dê alîkariya Pêşmergeyan û parastina Kurdistana Başûr bikin( helbet her tişt bi heqê xwe), gelek nerînên cuda  cuda derketin û veguhestina rastiyan rû dan, û kar û lehengîya YPG û YPJ û Gerîla hate paşguhkirin, û xebata wan tê pûçkirin, lê çawa ( tîrêjên rokê bi bêjingê nayê girtin ), wisa jî rastî bi çend gotinên pûç û cûtî û bê wate ji vi û wir, û di bin fişar û bejewendiyên kesayetî û demikî nayê veguhestin.

Di berdewamiya axiftina xwe ji PUKmedia`yê re bavê Narîn dazanîn ku; Hêviya min ew e ku em berjewendiya Kurd û Kurdistanê di ser hemû tiştî re bigrin. Nemirî bo şehîdên doza Kurdî, Bijî Yekîtiya gelê Kurd, Bijî Kurd..Bijî Kurdistan.

**Selah Musa, Ev bu 1400 salin Şengal di nav şerê hebun û tunebunê de ye ,Şengalê her tim li berxweda ye û nirxên diroka Kurdewariya resen parastiye ,ev şer biryarek sîyasî ye wek her car ku dagirkirina Axa welatê me û qirkirina gelê me ji xwe re kirine armanc , vê carê jî Gelê Şengalê kuştin bi rengê jênosîd buye bara wan piştî 73 caran ji fermanan , li ser hawara gelê Şengalê YPG ji Rojava û HPG ji Qendîlê bi lêz û bez xwe gihandin Çiya yê Şengalê ku ji Gelê me yê Belengaz re bibe alîkar ,li hember Dagirkeran û Çetan Kurd ji her 4 perçên kurdistanê çi ji Rojhilat ji bakur û Başûr û Rojava bune yek li hember neyaran , erê ê gelekî xweş bibe eger Kurd bi rengekî siyasî ji xwe bikin yek .

Li mixabin carna merovin ku ji meydana şer direvin û dixwazin ruyê xwe ê reş sipî bikin gotinên arzan bê kontrol diçerpînin wek Qasimê Şeşo, gelê Şengalê baş dizane û dît kî revî û kê alîkarî kir ji bo vekirina Dergeh û çêkirina korîdoran ji jiyana Gel bê parastin û dora 40 Şehîdê YPG çêbun ji bo rizgarkirina Zarok û jinên gelê me li Şengalê .ê herî baş ez dibînim , ku li Herêma Şengalê û deşta Nînava (Mosslê) statuuek wek Autonomî bi leşger bi serê xwe li wê heremê bê damezrandin ji bo Êzîdiyan û Xristiyanan (mesîhî) û Şebek , ez bawer dikim ev xwestek a Hukumeta Herêma Kurdistanê bu ji ber demekê .

**Elî Şengalî rojnamevanê kurdî êzîdî di barê rewşa Şengalê, nêrîna xwe ji PUKmedia`yê re bi zelalî aşkire kir û got: Piştî ew karesete bi ser Xelkê me yê Şengalê de hat, êdî ez bawer nakim ku xelik rêvebetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê di wê navçeyê de mina berê bipejirîne, eger YPG`ê hewil bide digel rêveberên leşkerî yên Yekîtiya Nîştîmanî yê Kurdistanê de peywendiyan bikin wê baştir be, wê bi vê rengî dema pêş de, rêvebertiya Şengalê bikeve destê Yekîtî û wê hemû alî sûd jê bigrin.

Ciwan û xelkên me piraniya wan ji ketina YPG`ê bo nav herêma Şengalê razîne û dilxweşên her çiqas dereng jî hatin, lê derbarê daxuyaniya kargêrî liqê 17 yê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Qaim Şeşo de, Şengalî wiha axivî: Daxuyaniya Qasim Şeşo bandoreke xwe nerênî li ser derûna ciwanan hebû, lê bila YPG`ê xwedî sebir û qeyas be, ew di derbarê hilgirtina alaya YPGê di hinek cih de, her weha digel YPG`ê û PKKê de hevrêzî û hevkarî hebe, tirsa wî ew e ku aliyên nav netewî alîkarî û şandina çekan ji wan re astangiyan derxîne û ewê ziyan bibînê ji wê yekê, tenê xelkê Êzîdî ne.

Elî Şengalî dibêje li gor nêrîna wî, ew wek kurdên Êzîdî pêwîstiya wan bi hemû aliyan heye û spasiya hemû aliyên kurdî yên ku bi hatina hawara xelkên Şengalê hatine dikin û bi tayet YPG`ê  ku alîkariya xelkê me yê Şengalê kirin û piranî ji wê karesetê rizgar kirin û ez bawer im ku wê di asta navnetewî de jî alîkariyê werbigrin.

Di derbarê çareserkirina aloziyên di navbera aliyên Kurdî li Şengalê de, Şengalî bi baş dizanî ku rêvebertiyê radestî Heydaer Qaso Şeşo bê kirin û mafê wî heye ku digel Şêx Dawud û yên din bixebitin û jib o YPG`ê jî baştir e.

Her weha rojnamevanekî din ji Kurdên me yên Êzîdî ji PUKmedia`yê re derbarê Şengalê û nakokî û nelijheviya ku di navbera hêzên Kurdî de derketiye de wiha got: Mixabin, hemû hewldanên me ku rê li ber komkujîyan derheqê miletê me li Şengalê bigrin bê encam man, ji ber xapandin û pilanên ji hêla rêvebiriya Herêma Başûrê Kurdistanê, bi teybet Partiya Demokrat a Kurdistanê, PDK û serok wezîrê Herêmê yên ku pir soz dan miletê Şengalê ku ew di wê astê de ne ku Şengalê biparêzin û bûn kelem li himber misogirkirna parastina Şengal û avakirina eniyake hevbeş  ji hemû hêzên Kurdistanî ku bi vê erkê (gurevê) rabe.

Fewaz Ayo berdewam kir û got: Lê ev gurev PIştî derbasbûna çeteyên DAIŞ xaka Şengalê û komkujîyên pêk anîn hîşt hêzên Kurdistanî wek YPG ,YPJ,HPG ku bi gurev û berpirsyaryên xwe yên axlaqî û dîrokî rabin û berî bidin Şengalê li ser bangewazî û xwesteka hemû miletê Ezîdî li cihanê . Pir balkêş û cihê razîbûnê bû leza YPGê berbi çiya yê Şengalê di demek kin de, berî ku tu hêzên Kurdistanî an nav netewî karbin mudaxele bikin û bûn alîkar ji deh hezaran miletê me yên di çiya de, bi qirkirinê re rû bi rû mabûn.

Dest danîna tevgera azadîya Kurdistan û hemêzkirina miletê, êzî bû cihê razî bûnê li hemû cihanê û bê guman hebûna van hêza bû sedema ku ceteyên DAIŞê li deştê bi mînin û nikaribin çiyayê Şengalê, dagîr bikin û bikin bin dest xwe. Em  dizanin ku heger ew çiya di bin destê xwe kin, wê karibin gefeke mezintir bigihîne Rojava û Başûr ê Kurdistanê.

 Em wek miletê Êzîdî alîkarîya wan hêza pîroz dinerxînin,  ji ber ku xelasya Şengal û miletê Şengal bi dest wan bû, ji ber ruhê berxwedanê li ba me avakirin û ji encamên diyar avakirina Yekîneyên Berxwedan a Şengal (YBS) Her weha di derbarê daxuyaniya Qasim Şeşo di kenaleke Kurdî de, ku hêzên YPG weke DAIŞê hesab dike Fewaz Ayo wek rewşenbîrekî Êzdî nêrîna  xwe li ser wê yêkê da û got: Dibe ku hinek nakokî di navbera YPG û kesayetîna de derkevin ji ber rewşa giştî, lê ez bawer im , wê çareserî bê peydakirin ,wek em dizanin miletê me di rewşa qirkirinê de derbas bû û nuha hin bi hin bi êşa  xwe hay dibe û dixwaze hemen jiyana Şengalê vegere wek berê û ev ne mumkine di navbera çend rojan de bibe. Şengal ta nuha dorpêçkirî ye, bi hezaran êsîrên me di dest dujmin de ne, (YPŞ) hîna nebûye hêzek profisionel û pir tiştên din..

Ji bo mam Qasim Şeşo, ez bawer im wî bi wê hevpeyvînê pir hezkirina xwe di dilê Êzîdyan de kêm kir , bi rastî em nema karin wek berê baweriyê pê bînin, ji ber ku durûtî diyar kir.
Heger em sedemên wî anîn ziman bi nerxîn, emê bi zanin ku ew ket nav pîlanên qirêj li hember pêşeroja miletê me. Dema ku ew tivinga xwe ji bo birakujyê bixwaze bi kar bîne,  wê tu kesê Êzîdî li dor xwe ne bîne.
Nema tê qebûl kirin tu kes an kesayetî hukmdar be li ser vî miletî, ji ber ku wan shensê xwe wenda kirin û nikarî bûn Şengalya bi parêzin ,em mecbûrin bo xwe rêveberiyekî,  awarte peyda bikin ji xort û qîzên Şengalê ta ku desthilatdarya kevnerûtyê helweshînin û jiyanek azad bi afirînin .
Em ne nankorin ta ku YPG ê bînin rêza DAIŞê,  kesê ku vê yekê bine ziman bê guman hevparê felaketa DAIŞ e bi ser me de ye.

**Ajame Haco wek çalakvaneke jin li derveyî welat di bare rewşa Şengalê û pêşhatên dawiyê de, bi awayekî sade û zelal nêrînên xwe ji PUKmedia`yê re anî ser ziman û got: Her kes dizane ku YPG û PKK hatin arikariya gelê me yê Êzîdî,  lê mexabin niha jî înkar dikin.
Çalakvana jin Ajame Haco di berdewamiya axiftina xwe ji PUKmedia`yîê re wiha anî ser ziman û got: Em tev dizanin pêşmerge peşta xwe da gelê me yê Êzîdî, jib o çi înkar dikin û YPG û PKK hatin ba wane ev rastiyeke. Ez nabêjim  pêşmerge xayîne, Lê pirs dI vir de ye, gelo çima ew hêza li Şengalê wisa kir?

Lê di dawiyê de amaje bi wê yekê kir û aşkire kir: Em hevî dkin ku ew hêza pêşmerge li Şengalê bê dadgehkirin. Hêviya  me ku hemû hêzên kurdan destê xwe bidin hev du û yekbigrin ji ber ku  dijminê me yeke.

Çendîn ku îro Kurdistan çar parçe ye, lê di rastiya xwe de yek welate û yek gell e, ji lewra ji maf û erkê her parçeyekî ye ku bibîne parçê din zor lê dibe, ligorî karîn û derfetên xwe amade be bo alîkariya birayên xwe.

**Rewşenbîr Elî Ehmed di bare rewşa Şengalê û daxuyaniyên Qasimê Şeşo de, nêrînên xwe anî ser ziman û got: Gava Şengal ket dest DAIŞê, hemû kurd yek destê lêdan û ev gava cihê rêz û hûrmtê bû li cem hemû kurdan. Û gava hêzA kurde be yek destê şer dIkIr, pIr gav jî avêtin .Save
lê derngiyiya  rezkirna Şengalê rawstiya, ez bawer dikm pir navkokî di navbera herdu partiyên kurdan de hene bi taybet "PKK U PDK".
Ehmed dide xuyakirin ku : Tiştê ku YPG`ê û  Gerîla kirine, li Şengalê,  gelek mezin bû, û cihê serbilindî ye û her kesî anî ser ziman ku heya kenalên  biyanî û hikûmetên navdewletî, spasiya  wan herdu hêzên kurde kirin. Û  hêza ana ku şer dike, le hember DAIŞ û hêza ku ji hevgirtna hemû hêzên kurde ye ku li ser vê rengî we er gav bin avêtin.
Elî Ehmed di nêrîna xwe de, aşkire kir: Ez bawer dikim guhrtina gotin û nêrîna Qasim şeşo div ê demê de, qet nakeve berjewendiya rizgariya Şengalê. Her weha gotinên Şeşo hat guhrtin ez bawer dikim piştî hevdîtina di navbera Viyan Dexîl û Nêçîrvan Barzanî de, ku hikûmeta Herêmê soz daye ku hêzeke ava bikin li Şengalê û hem endamê wê ji  kurdên ÊZîdî bie. Ez  bawer im ku Qasimê Şeşo wê wek fermandarê wê hêzî be.
"Gerek Şeso derbasî  nav şaştiyan  neba, ji ber ku tenê ne we pir bandore xwe hebin li ser erdê û em bi hêvî ne ku Şengal di demeke nêzîk de, rizgar bibe.

Rêportaj: Hozan Efrînî

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket