Sediyê: DAIŞ çekdarên xwe ên Kurd gulebaran dike

kurdistani 02:48 PM - 2014-09-22
Sediyê: DAIŞ çekdarên xwe ên Kurd gulebaran dike

Sediyê: DAIŞ çekdarên xwe ên Kurd gulebaran dike

Terorîstên DAIŞ li bajaroka sediyê baweriya wan bi çekdarên Kurd nemaye û di sê rojan de 3 çekdarên xwe ên Kurd gulebaran kirine û kuştine.

Jêderekê ewlekariyê li nêzîkî Sediyê ji PUKmedia`yê re ragihand: Li gor fermanekî beşa dadgeha rewayî û bi piştevaniya mire DAIŞ li nava bajaroka Sediyê sê çekdarên Kurd li nava DAIŞ li wî bajarokî hatine gulebaran kirinê.

Wê jêderê egera gulebarankirina wan çekdarên Kurd li wê yekê vegerand ku terorîstên DAIŞ baweriya wan bi çekdarên Kurd nemaye û bi hinceta wê yekê ku wan xwestine derbê li ser çekdarên dine bikin, 7 çekdarên Kurd destgîr kirine û piştî 15 roj zîndanî duh 21/9/2014 2 ji çekdarên Kurd gulebaran kirine û îro jî çekdarekî Kurd yê dine jî gulebaran kirine.

Wê jêderê aşkira kir ku: li gor zanyariyên istixbaratî ji destpêka kontrolkirina bajarokê ji aliyê terorîstên DAIŞ ve 14 çekdarên Kurd akinciyên wê bajarokê çûne nava DAIŞ`ê.

Jêderên ewlekariyê jî amaje bi wê yekê dikin ku terorîstên DAIŞ li nava bajaroka Sediyê nêzîkî 70 çekdar dibin û pêwendiyên wan li gel bajaroka Celewla qut bûye.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket