Wezareta Pêşmerge: Me ji welatên hevpeyman xwest ku hevkariya YPG bikin

kurdistani 12:47 PM - 2014-09-22
Wezareta Pêşmerge: Me ji welatên hevpeyman xwest ku hevkariya YPG bikin

Wezareta Pêşmerge: Me ji welatên hevpeyman xwest ku hevkariya YPG bikin

Emîndarê giştiyê wezareta pêşmerge radighîne ku ji niha ve 7 welat li gel Emerîka hevkariyê pêşkêşî herêma Kurdistanê kiriye, her weha li her parçeyekî Kurdistanê Kurd pêwîstî bi hevkariya pêşmerge bibe, bi bê dudilî wezareta pêşmerge dê bo rûbirûbûna terorîstan hevkariyê bike.

Ferîq Cebar Yawer ji PUKmedia`yê re ragihand:  Heya niha heft welatan li gel Emerîka hevkarî pêşkêşî herêma Kurdistanê kiriye. Her weha şêwaza alîkariya welatên cîhanê bo Herêma Kurdistanê li dijî terorîstan cudaye û her welatek bi awayekî hevkariyê dike.

Yawer got: Ew çek û teqemeniyên ku gihêştine Herêma Kurdistanê bi lijne û li gor pêwîstiyan li ser hêzên pêşmerge tê belav kirinê.

Sebaret bi hevkariya hêzên pêşmerge bo kurdên Rojavayê Kurdistanê bi taybet Kobanê Cebar Yawer got: Di beyannameya me de diyar, hem weku wezareta pêşmerge û hem weku serokatiya herêmê û serokatiya hikûmetê jî me hem amadekariyekî  xwe bo Kurdên Rojava me nîşan daye bi taybetî jî jib o Kobanê.

Cebar Yawer got: Li her parçeyekî din a Kurdistanê pêwîstî bi hêza pêşmerge hebe emê bi bê dudilî hevkarê wan bin jib o jinavbirina hereşeyên terorîstan.

Emîndarê giştiyê wezareta pêşmerge ferîq Cebar Yawer aşkira kir û got: Me daxwaz ji welatên hevpeyman kiriye ku hevkariya hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin taku ji her alî ve bikarin terorê jinav bibin.

PUKmedia/Diyar Star

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket